​​​​​​​DYA’yê bang li welatiyên xwe kir ku yekser ji Ukraynayê derkevin

Wezareta Karên Derve û Konsolosxaneya DYA’yê ya li Kîevê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir ku tavilê ji welêt derkevin.

​​​​​​​DYA’yê bang li welatiyên xwe kir ku yekser ji Ukraynayê derkevin
23 tebax, 2022   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ragihand ku bangewaziya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) girêdayî hin agahiyên ku wê li ser îhtimala gurbûna şer belav kirine.

Wezaretê di demên teqîn an agahiyên li ser êrişên hewayî de, hin tedbîr ji bo welatiyên xwe yên li Ukraynayê diyar kirin.

Wezaretê xwe spart encamên ku îstixbarata DYA’yê duşema borî eşkere kirine. Wezaretê roja duşemê diyar kir ku Rûsya dê hewldanên xwe yên derbkirina binesaziyê di rojên pêş de zêde bike.

Ev cara yekemîn e ku DYA li ser îhtimala hedefgirtina avahiyên sivîlan û yên hikumetê hişyariyê dide.

Konsolosxaneya Amerîkayê ya Kîevê bang li welatiyên Amerîkayê kir ku tavilê bi rêyên bejahî ji Ukraynayê derkevin.