Li Efxanistanê ji ber lehî rabû herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Di lehiya bi şid a li rojhilatê Efxanistanê rabû de, hat ragihandin ku herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyê 3 hezar mal xera bûne.

Li Efxanistanê ji ber lehî rabû herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da
21 tebax, 2022   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hate ragihand ku li bajarê Logar ê Efxanistanê di nav 24 saetên dawîn de baran zêde bariye. Li gor walîtiya herêmê ji ber lehiya li beşeke bajêr rabûye herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest daye di nav de 9 zarok hene û 30 kes jî birîndar bûye.

Cihên avdanê û baxçeyên fêkiyan, bi giştî nêzîkê 5 hezar erdê çandiniyê wêran bûye.

Ji ber lehiyê 3 hezar mal xera bûye, nêzîkî 2 hezar sewal jî mirine

Li gorî daxuyaniya walîtiyê, hêzên ewlehiyê û rêxistinên civaka sivîl, welatiyên li cihê wan lehî rabûye, dibin cihê ewle.

Berdevkê hikumetê Bilal Kerîmî got: ‘’Em bang li civata navneteweyî dikin ku di vê dema kirîtîk de bi Efxanan re bin û bi mexdûrên lehiyê re bila alîkar bin.’’

Servîsên meteorolojiyê, ji bo rojên pêş jî hişyarî li welatiyan kir ku rîska rabûna lehiyê li 21 bajarên welêt heye.

Her sal bi dehan Efxan, di xaniyên li herêmên çolter ên xweş nehatine lêkirin de ji ber barana zêde jiyana xwe ji dest didin.

Ji sala çûyî ku Talîban dîsa desthilatdarî bi dest xistiye heta niha alîkarîya ji aliyê civata navneteweyî ve tê fînansekirin û bernameyên alîkariyê yên karesatan gelek kêm bûne.

Hin welat, jê bi fikar in ku Talîban, alîkariya tê şandin, ji bo berjewendiya xwe û xurtkirina hêzên xwe bi kar tîne.