Siyasetên dagirkeriya Tirk û astengiyên tunekirina DAIŞ`ê bûn rojeva Komxebata NLK

Beşdarên komxebata NKL’ê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dijberiya gelên azadîxwaz û têkbirina projeyên demokratîk û rêbaza şerê taybet kiriye bingeha siyaseta xwe ya stratejîk, her wiha nîşan dan ku ev siyaset hewldanên tunekirina DAIŞ`ê sînordar dike.

Siyasetên dagirkeriya Tirk û astengiyên tunekirina DAIŞ`ê bûn rojeva Komxebata NLK
20 tebax, 2022   14:33
HESEKÊ

Îro komxebata Navenda Lêkolînên Kurdî (NLK) bi navê “Siyasetên dagirkeriyê û hegemonya Tirkiyê gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwe û terorê zindî dike" bi beşdariya zêdeterî 200 delegeyan destpê kir. NLK hewl dide astengiyên li pêşiya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk diyar bike û çareseriyên gengaz li gel guhartinên navneteweyî pêşkêş bike.

Di destpêka komxebatê de, Gerînendeyê Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NLK) Newaf Xelîl, bi rêya Zoom’ê pêşwaziya beşdaran kir û wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk rojane êrişî Bakur û Rojhilayê Sûriyê dike û sûcan li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne.”

Newaf Xelîl wiha domand: “Em li vir in ji bo em hemû nêrînan û rêgezên hevgirtina hundirîn li hember planên li dijî herêmê bidin pêş da ku pêkhateyan biparêzin. Metirsiyên êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir in, ji bo rûbirûbûna bi wan re jî divê xebatên bêhtir werin kirin da ku werin eşkerekirin.”

Xelîl domand û got: “Tirkiyê welatî kuştin, koçber kirin, di navbera wan de fîtne çêkir, aramiya herêmê têk bir û DAIŞ vejand. Piştgiriya DAIŞ’ê kir di êrişa wê li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran.”

Xelîl diyar kir ku koordîneyek di navbera Tirkiyê û hêzên navneteweyî de heye ji bo hedefgirtina pêkhateyan û parastina pergala dewletîbûnê û got: “Ê ku bala xwe bide siyaseta AKP’ê dê bibîne ku siyaseta wê li ser înkarkirin, qirkirin û paşguhkirina pêkhateyên din ava bûye.”

Piştî peyama pêşwazîkirinê, rûniştina yekemîn bi du semîneran dest pê kir; semînera yekemîn ji aliyê siyastmedara sûrî Nûrşan Hisên ve û ya duyemîn ji aliyê cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ve hat dayîn.

HIN KOMKUJIYÊN DEWLETA OSMANÎ

Nûrşan Hisên wiha axivî: “Di dîrokê de, li herêma Rojhilata Navîn ji êrişên Osmaniyan pîstir tu êriş pêk nehatine. Osmaniyan gelek komkujî li dijî Ereb, Suryan, Ermen û Kurdan pêk anîn.”

Nûrşan Hisên behsa hin komkujiyên Osmaniyan kir û got: “Yek ji komkujiyan, komkujiya El Til a li Helebê sala 1516’an e ku li dijî ereban pêk hat û bi El Til hat binavkirin ji ber ku serê kuştiyan wek tilekî hatin komkirin. Her wiha komkujiya Qahîra sala 1517’an ku di encamê de 10 hezar misrî hatin kuştin, komkujiya Kerbela sala 1842’an ku di encamê de dîsa bi hezaran jin û zarok hatin kuştin, komkujiya Stenbolê (Qustantîniye) sala 1851’an ku li dijî xiristiyan pêk hat. Qirkirina Yewnanî salên di navbera 1914-1922’an de li Anatolya ku di encamê de 750 hezar yewnaniyên xiristiyan hatin kuştin, komkujiya Sîfo sala 1915’an li Sûriyê ku di encamê de nîv mîlyon Suryan û Asûr hatin kuştin. Komkujiya geliyê Zîlan ê Wanê (1930’î) ku tê de dewleta Tirk a dagirker bêhtirî 220 gundên Kurdî talan kirin û bêhtirî 15 hezar kes serjê kirin û komkujiya Dêrsimê (1937’an) ku di encamê de bêhtirî 35 hezar Kurd hatin kuştin û bi hezaran koçber bûn.”

Nûrşîn Hisên balkişand ser siyaseta Tirkiyê ku îro dimeşîne û got: Ji şopandina siyaseta derve ya dewleta Tirk û tevgerên wê yên leşkerî, dê diyar bibe ku her tim belge û lihevkirinên dîrokî yên berê dikin rojevê jê ya herî girîng Mîsaqî Millî ye. 

Her wiha Norşîn Hisên daxuyand ku navnîşana sereke ya stratejiyên wê li Sûriyê, têkbirina her projeyekê ye ku aloziya Sûriyê çareser dike û wiha domand: Siyasetên wê ji asta dijminatiya doza kurd derbas kir û gihaşt asta dijminatiya hemû pêkhateyên Sûriyê yên dildarî avakirina pêşerojeke nû û pergaleke demokratîk a nenavendî. Tiştên Tirkiyê li Sûriyê kirine, mirov dikare bi sûcên şer nav bike.

Di beşê yekemîn ê komxebatê de, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û îşaret bi gelek sedeman kir ku ji ber wê civata navnteweyî ji bo tunekirina DAIŞ`ê tu çareseriyên herdem nabînin û behsa rola Tirkiyê di berdewamkirina vê bêhelwestiyê de kir.

Bedran Çiya Kurd got sedema bingehîn a vê helwestê, berjewendiyên navneteweyî ye ku bi komploya navneteweyî re li dijî rêber Abdullah Ocalan destpê kirin.

Bedran Çiya Kurd wiha pê de çû: “Hîna ev alî hewl didin hegemonya û timayên xwe ferz bikin bi rêya hedefgirtina gelan bi heman siyasetan lê bi hicet û navên cuda. Her wiha hewl didin lihevkirinan pêk bînin li ser hesabê gelê Sûriyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wan a Rêveberiya Xweser.”

BÊHELWESTIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBER SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Girêdayî sedemên astengkirina têkoşîna li dijî DAIŞ`ê Bedran Çiya Kurd got: “Tirkiye destekdayîna xwe ya bo DAIŞ û terorê li Sûriyê didomîne ruxmî ku endamek Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ye. Ya din bêhelwestiya navneteweyî ya diyar li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya wê ya domdar bo DAIŞ`ê, bi hebûna berjewendiyan di navbera wan aliyan de ve girêdayî ye ku Tirkiyê cesaretê jê digire û desteka DAIŞ`ê dike.”

Li gorî Çiya Kurd: “Sedema sêyemîn, tunebûna hewldanên navneteweyî ji bo tunekirina jêderên sereke yên terorê ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ne. Ya çaremîn, civata navneteweyî di aliyê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de hewldanan nake. Tenê destekê di aliyê leşkerî de dide beyî ku li ser asta siyasî û aborî destekê bide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku roleke sereke di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de lîst. Li rex wê jî, nêrîneke siyasî ya diyar a civata navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ye. Projeya Rêveberiya Xweser paşguh kiriye ku projeya yekane ye ku dikare aloziyê çareser bike. Li rex wê, necidîbûna hikumet û hêzên navneteweyî li hember girtiyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û malbatên wan ên di kampên li herêmê de.”

Piştî bidawîbûna rûniştina yekemîn a komxebatê, rûniştina duyemîn bi navnîşan “Xwezaya têkiliyên di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de” dest pê kir. Wê mijarên mîna Çawa herêmên dagirkirî yên Sûriyê bûne hemêzkera DAIŞ`ê, asta bandora êrişên Tirkiyê bi rêya balafirên bêmirov li ser veşandina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin.

(mh)

ANHA