Ji çalakiya konvedanê: Sonda me berxwedan e

Di roja 9`an ji çalakiya konvedanê de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPÇ) a Herêma Cizîrê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ji çalakiya konvedanê: Sonda me berxwedan e
20 tebax, 2022   13:01
QAMIŞLO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya niha nehatiye rawestandin. Rojanê hemwelatiyên li herêmê rastî topbarana dewleta Tirk tên ku di vê hefteyê de bi taybet êriş dijwartir bûne ku zarok dibin hedefa yekemîn. Li dijî van êrişan û wergirtina qada asîmanî ji balafirên dewleta Tirk bi pêşengtiya Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li pêşiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li bajarê Qamişlo li ser asta herêma Cizîrê konê çalakiyê vedane. Rojane şêniyên ji herêma Cizîrê tevlî kon dibin û helwestên tund raberî NY`yê dikin.

Kon bi wêneyên zarokên di êrişên dagirkeran de birîndar bûne, şehîd, alên Kongra Star, hêzên parastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin. Hemwelatiyan bi sloganên `Şehîd namirin`, `Bê Serok jiyan nabe` tev li kon bûn.

Îro jî endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPÇ) a Herêma Cizîrê  û bi dehan hemwelatî tev li çalakiyê bûn.

Der barê piştgirîdayîna çalakiyê û armanca wê de Hevseroka Akademiya Ziman a Şehîd Egîd Cîlo Fatme Ebdulah, anî ziman ku ev çalakî cihê rûmetê ye û got: “Îro dewlewta Tirk dibêje PKK terror e, dema ku şoreşên me hemû bin pê kirin wê demê PKK hebû gelo? Di wê demê de PKK tune bû, di wê demê de Kurd hebûn. Daxwaza jiyanek azad dikirin.  Dewleta Tirk tenê yek al, yek ziman, yek çand, ji vê û pê ve naxweze. Ewqas hevalên me li ber xwe dane; mînak heval Xeyrî Durmuş bidim. Heval Xeyrî Durmuş ewqasî di zîndanê de ma û 56 rojan greva mirinê girt. Gotina wî ya dawî ew bû `bila li ser gora min binivîsînin ez deyndayê gelê xwe me.` Her wiha beriya çend hefteyan dayika Mihyedîn Gulo, Şemsîxan Gulo di mêrasîma lawê xwe de ev tişt anîbû ziman, `Min ji Mîhyedîn re digot bizewice, wî jî ji min re digot ez nazewicim. Heya gelê min di nav vê rewşê de be zewac li min nabe. Divê ev mînakên giranbûha her li ser zimanên me bin. Em pêşeroja xwe jî bi van mînakan mezin bikin. Ji ber mînakên wiha û berxwedaniyên dîrokî wê serkeftin her ya me be.”

Hemwelatiyan bi yek dengî berz kir ku sonda wan berxwedan e.

ANHA