Rûspiyê eşîreke Ereban: Em bi hemû hêza xwe piştgiriya QSD'ê bikin

Rûspiyê eşîra El Ubeydat a li Dêrazorê êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku gelê herêmê dest ji destkeftiyên xwe bernade û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li kêleka QSD’ê ne.

Rûspiyê eşîreke Ereban: Em bi hemû hêza xwe piştgiriya QSD'ê bikin
18 tebax, 2022   03:18
DÊRAZORÊ – ELÎ EREB

Bertekên şêx û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov û topan herêmên wan dike hedef, berdewam dikin.  Di heman demê de, ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk, banga girtina qada hewayî dikin.

Lê tu kesî guh neda bangên şêx û rûspiyên eşîran û bangên Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên wê ve. Di vê derbarê de ANHA'yê bi rûspiyê eşîra El Ubeydat a gundewarên rojavayê Dêrazorê Ziab El Cêlat re hevpeyvîn pêk anî ku wî jî di axaftina xwe de êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Ziyab El Cêlat axaftina xwe wiha domand: "Em zarokên Dêrazorê û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana wê li ser xaka me, şermezar dikin."

El Cêlat her wiha got: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya topan û balafirên bêmirov û bi çek pêk tîne, armanca wan têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê  her wiha têkbirina hevjiyana di nava pêkhateyan de ye. Pêwîste gelê me li dora Rêveberiya Xweser kom bibe û li kêleka hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk bisekine. Divê em Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî û hemû pêkhateyên herêmê bibin yek ji bo parastina destkeftî û ewlehiya ku bi saya hêzên me û bi saya şehîdên me hatiye bidestxistin."

Ziyab El Cêlat di dewama axaftina xwe de got: "Berhemên 11 hezar şehîd û 20 hezar birîndaran vala naçin. Em ê dest ji destkeftiyan ku bi saya wan hatine bidestxistin, bernedin. Tişta ku hişt dewleta Tirk a dagirker herêmên me bombebaran bike, destkeftî û ewlehiya herêmê piştî têkbirina DAIŞ'ê ye."

El Cêlat her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir û got: "Rewşa herêmê li ber çavan derbas bike û fedekariyên ku ji bo paqijkirina cîhanê ji metirsiya DAIŞ'ê, hatine dayîn bibîne. Her wiha qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û sûcên dijminê tirk rawestîne."

Rûspiyê eşîra El Ubêdat di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek gel em ê rola xwe bi temamî bilîzin û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgiriya hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk bikin.  Em ê bi vîna gelê xwe û yekkirina refên xwe li hember dijmin bi ser bikevin."

ANHA