Kurd û dostanê wan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Awisturyayê çalakî kirin

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E’yê ya çalakiyên lezgîn, li paytexta Awisturyayê Viyana daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kurd û dostanê wan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Awisturyayê çalakî kirin
17 tebax, 2022   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E’yê ya çalakiyên lezgîn, li Viyana daketin qadan. Kurdistanî li qada Stephansplatzê ya Viyana hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kurdistaniyan li vir daxuyanî da û êrişên hovane yên dewleta Tirk teşîr kirin. Her wiha Kurdistaniyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîteya ‘rêxistinên terorê‘ îmze berhev kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî.