​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Egîd bi bîr anî

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê di salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê de, şehîd Egîd bi bîr anî û diyar kir ku bi vîn, têkoşîn û ruhê şehîd Egîd ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Egîd bi bîr anî
15 tebax, 2022   12:51
QAMIŞLO

Bi boneya bîranîna şehîd Egîd ku li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst fîşeka yekemîn avêt, îro şêniyên Til Hemîsê û endamên saziyên civaka sivîl li navenda çandê ya rojhilatê navçeyê kom bûn.

Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) di sala 1984`an de li dijî dewleta Tirk a faşîst, Pêngava 15`ê Tebaxê da destpêkirin û 28`ê Adara 1986`an şehîd bû.

Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk li Til Hemîs Ebdulselam Casim di şexsê şehîd Egîd de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Egîd ji têkoşerên destpêkê ye ku li dijî zilm, dagirkeriyê û faşîzma Tirk sekinî."

Ebdulselam Casim anî ziman ku şehîd Egîd bû mînaka vîna azad û têkoşîna çekdarî û berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê efsaneyên lehengane nivîsandin, ji ber ku rêya şehîdên destpêkê şopandin. Casim diyar kir ku bi vî rihî dê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Til Hemîs Xalib Sadûn jî destnîşan kir ku îro berhemên têkoşîna şehîdên wekî Egîd û hemû şehîdên li ser rêya wî berhev dikin.

Merasîma bîranînê bi sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(eh)

ANHA