​​​​​​​Çekdarên nenas êrişî bendekî kontrolê yê Firqeya 5`an li Derayê kir

Ligel zêdebûna êrişan û telîheviya ewlehiyê li seranserê bajarê Derayê, çekdarên nenas bendekî kontrolê yê Firqeya 5`an ya hêzên hikumeta Şamê li gundê Cemla yê rojavayê Derayê kirin armanc.

​​​​​​​Çekdarên nenas êrişî bendekî kontrolê yê Firqeya 5`an li Derayê kir
14 tebax, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas bi çekên      sivik bendekî kontrolê yê "Firqeya 5`an" a girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundê Cemla yê li li herêma hawiza Yermûk a rojavayê Derayê armanc kirin. Çekdaran her wiha bombeya RBG avêtin. Piştre endamên bendê kontrolê gule li wan reşandin.

Bi van daneyan re, li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 341 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 289 kes hatine kuştin, ji wan: 140 sivîl, di nav wan de 4 jin û 5 zarok, 124 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û hevkarên saziyên ewlekariyê û endamên "lihevhatinan". Her wiha 14 çekdarên berê yên xwecihî yên "lihevhatin" pêk anîne û piştî wê tev li ti hêzeke din a leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ'ê, 7 kesên nasnameya wan nediyar û 3 endamên "Firqeya 5`an" û komên alîgirên Rûsyayê.

Ev hejmarên mezin ên armancgirtin û kuştinan nîşana xirabbûna rewşa ewlehiyê li Derayê didin. Ev jî asta têkçûna "lihevhatinên" ku du caran ji aliyê hikumeta Şamê ve bi sponseriya Rûsyayê ji niştecihên herêmê re hatine kirin, nîşan dide. Ya yekem di 2018'an de û ya duyemîn di 2021'ê de  pêk hatin, ku çavdêr wan wekî lihevhatinên şeklî yên ku rewşa Derayê xirabtir kirine, bi nav dikin.

Tevî ku çend sal di ser aloziyê Sûriyê re derbas bûne jî, lê hikumeta Şamê ji bo çareserkirina krîzê ti gav neavêtine û nikarî dawiyê li êş û azarên xelkê bîne, ku ji sedî 90 ji wan di hejariyê de dijîn.