Kongreya Yekemîn a Yekitiya Cotkaran a Dêrazorê li dar ket

Bi armanca pêşxistina qada çandiniyê, Komîteya Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Kongreya Yekemîn a Yekitiya Cotkaran li bajarokê Hecîn li dar xist.

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Cotkaran a Dêrazorê li dar ket
13 tebax, 2022   13:47
DÊRAZOR

Rûspiyên rojhilatê Dêrazorê û endamên saziyên sivîl û cotkar tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de hevserokê Yekitiya Cotkaran a Meclisa Herêma Rojhilat Ehmed El Salim bi xêrhatina beşdaran kir û pêwîstiya piştgiriya qada çandiniyê ji bo pêşxistina aboriya herêmê destnîşan kir.

Paşê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Hecînê Xelîfe El Zayid rapora kar û xebatên Komîteya Çandiniyê di dema borî de, miqdara mazot, tov û semad ku Desteya Çandiniyê ji cotkarên herêmê re pêşkêş kirine, xwend.

Cotkar nêrînên xwe der barê raporê de parve kir û ev daxwaz kirin; zêdekirina miqada tovên baş û semadê, sererastkirina jeneratorên xerabûyî û firehkirina zeviyên avî ku bi rêya bîran tên avdan bi armanca misogerkirna hilberîneke baş.

Di dawiya kongreyê de, gelek pêşniyar hat kirin jê; ji bo şopandina kar û xebatan komîteyeke çavdêriyê were avakirin, navendên şêwiriya çandiniyê li herêmên dûr werin avakirin da ku barên cotkaran sivik bibin, kanalên avdanê yên din li herêmê werin çêkirin, semad û mazot ji cotkaran re werin peydakirin, navendên wergirtina hilberînên çandiniyê werin vekirin ji depoyên herêma Sebiakîlo ya li rojavayê Dêrazorê re werin şandin.

(şx)

ANHA