Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê ji bo Pêngava 15`ê Tebaxê û têkildarî jiyana şehîd Mashûm Korkmaz semînerek da.

Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê  hate dayîn
13 tebax, 2022   13:31
MINBIC

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tev li semînerê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ketiye.

Di semînerê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Nasir El Hesen behsa jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz û Pêngava 15`ê Tebaxê kir.

El Hesen wiha domand: “Şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji bo rizgarkirina herêmê ji pergalên faşîst şoreş li çiyayên Kurdistanê li dar xist. Di kampên filistînî de tev li perwerdeyên fikrî bû û li çiyayên Lubnanê perwerdeyên leşkerî dîtin, piştre careke din vegerî çiyayên Kurdistanê.”

Her wiha El Hesen daxuyand ku kî bixwaze Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas bike û rêya azadiyê bişopîne, divê destanên şehîdên vê partiyê mîna şehîd Mezlûm Dogan nas bikin.

El Hesen destnîşan kir ku şehîd Egîd û hevalên wî, xwe li çiyayên Kurdistanê bi rêxistin kirin, rê li pêşiya lidarxistina berxwedanê li hemberî dewleta Tirk a faşîst vekir û wiha domand: “Çiya nuqteya destpêkê ya çirûska berxwedanê bû. Guleya yekemîn, pêngaveke taybet ji bo gelên bidest ên azadîxwaz û demokrat bû.”

Di dawiya axaftina xwe de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Nasir El Hesen diyar kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê rêya xilasiya ji zulm û zordestiyê ye, bidestxistina azadiyê û şopandina rêya şehîdan e ku rêya azadiyê bi xwîna xwe xêz kir.

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî dîroka Kurdistanê û kurtejiyana şehîd Egîd û Pêngava 15`ê Tebaxê hate pêşandan.

(dm)

ANHA