Li Girkê Legê 73 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bi bîranîn

Di merasîma bibîranîna 73 şehîdên ji navçeya Girkê Legê de, malbatên şehîdan û şêniyên navçeyê li dijî sûcên artêşa Tirk soza parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxitin û berdewamkirina têkoşînê da.

Li Girkê Legê 73 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bi bîranîn
11 tebax, 2022   10:11
QAMIŞLO

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê 73 şehîdên ji navçeyê yên di Şoreşa Rojava û di nav Tevgera Rizgariya Kurdistanê de di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bibîranîna şehîdan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser ên li navçeyê hat lidarxistin.

Merasîm bi axaftina hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat dest pê kir. Berekat îşaret bi berdewamkirina planên dewleta Tirk kir û got: "Armanc ji van planan ew e ku vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê şikandin."

Kenan Berekat bal kişand ser Pêngava 15`ê Tebaxê jî û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema berxwedana li dijî heman dagirkerî ye, dagirkeriya Tirk e. QSD`ê parastina ewlehiya herêmê kir û li dijî êrişên Tirkiyê divê gel piştgiriya wan bike."

Hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Zulfa Dedro jî axivî û têkildarî rizgarkirina herêmê ji çeteyan û mîsogerkirina jiyaneke azad, îşaret bi têkoşîn û berxwedana şehîdan kir. Di dawiyê de heta pêkanîna serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, bi sînivîsyonekê wêneyên her 73 şehîdên ji navçeyê hate pêşandan û merasîma bibîranîna şehîdan bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA