​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê li dijî dagirekriya Tirk piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê li dijî dagirekriya Tirk piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da
11 tebax, 2022   04:36
REQA

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek û topan, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine

Di du rojên borî de dewleta Tirk a dagirker gundên li ser sînor bi giştî û bajarê Qamişlo, Til Temir û Amûdê topbaran kirin, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn ku di nav de jin û zarok hene.

Rûspiyên eşîrên Reqayê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da  banga hevgirtinê li hemberî dewleta Tirk kir.

Rûspiyê eşîra Bûxemîs, Şêx Mistefa Hemşo destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina aramiya herêmê ne ku bi saya QSD'ê û Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, di heman demê de binketina hikumeta Erdogan li hundir û derveyî Tirkiyê nîşan didin.

Hemşo wiha domand: “Topbarana Tirk leşker û sivîlan hedef digire, ev tê wateya îflasketina dewleta Tirk û çeteyên wê. Em xwedî nasnameya sûrî ne û mafê me ye ku li hember Erdogan û çeteyên wî bisekinin.”

Hemşo anî ziman ku tevahî eşîrên Reqayê bi Rêveberiya Xweser re ne û got: “Em ji Erdogan re dibêjin, çeteyên te xwedî nasnameya tirkî ne û mafê te tune ye êrişî xaka kesî bikî. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember Tirkiyê bisekinin û qada hewayî ya herêmên me bigirin. Hemû eşîrên Reqayê li kêleka QSD’ê disekinin ku herêm ji terorê rizgar kir û ewlehî û îstiqrar pêk anî."

Her wiha, serokeşîrê Şedadê, Şêx Îbrahîm Kurdo diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: " Ev herêm rastî şer, birçîbûn û zilmê hatiye, ev zehmetî jî bi êrişên dagirkeriya Tirk re zêde bûn, ku li vê dawiyê gundewarê bajarê Qamişlo û Amûdê bi bihaneya şerê li dijî terorê, kir hedef, lê belê armanca wê têkbirina îradeya me ye.”

Şêx Îbrahîm Kurdo banga girtina qada hewayî  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Em wek eşîrên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ji hêzên xwe QSD’ê re teqez dikin.”

(mh)

ANHA