Ciwanên Reqa û Minbicê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî dixebitin

Ciwanên Reqayê diyar kirin ku ew di çarçoveya rewşa awarte de li gor şerê gel ê şoreşgerî tedbîrên parastina herêmê digirin, her wiha ciwanên Minbic û gundewarê wê bi dewreyên perwerdeyê xwe ji bo êrişan amade dikin.

Ciwanên Reqa û Minbicê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî dixebitin
10 tebax, 2022   06:41
REQA – EHMED EL-ESAF

Piştî giranbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.

Ji ber wê jî, ciwanên Reqa û Minbicê çalakiyên xwe yên di çarçoveya rewşa awarte de didomînin da ku li kêleka hêzên leşkerî bisekinin.

Endamê Tevgera Ciwanan a Sûriyê ya şaxê Reqayê, Emar El-Esaf wiha anî ziman: “Em wek ciwanên Reqayê metirsiya gefên dagirkeriya Tirk baş dizanin, ji ber wê jî me li gor şerê gel ê şoreşgerî dest bi tedbîrgirtinên li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk, kir.''

El-Esaf wiha domand: “Bi komîteyên ciwanan ên Reqa û gundewarê wê koordîne tên kirin her wiha bi komîn û şêniyan re civînên perwerdeyî tên lidarxistin da ku em metirsiya vê qonaxê û çawaniya peydakirina av û xwarinê û destwerdanên lezgîn bi wan bidin naskirin.”

Her wiha, endama rêveber a Meclisa Ciwanên Reqayê, Buşra El-Ehmed diyar kir ku ji ber gefên êrişkirinê li Reqa û gundewarê wê, wan dewreya destwerdana lezgîn, perwerdeyên fikrî, her wihan dewreyên bikaranîna çekan û ragihandinê vekirin.

Buşra El-Ehmed di gotina xwe de bang li hemû ciwanên Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî kir ku tev li berxwedanê bibin û li hember dagirkeriya Osmanî ya nû û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got: ''Parastina xakê erkê me hemiyan e.''

Di heman çarçoveyê de, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yê Minbic û gundewarê wê, Ehmed El-Cemîlî wiha axivî: “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbic û gundewarê wê, me dest bi hemleyên perwerdekirina gel li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî kir ku bikaribin li gor wê li hember êrişan bisekinin.”

El-Cemîlî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker gefa destpêkirina êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da ku bi bihaneyên nerast gelê me koçber bike û xêrûbêra herêmê bixwe û rûbera dagirkeriya xwe firehtir bike.”

Têkildarî amadekariyên ku kirine, El-Cemîlî wiha domand: “Di hemleya perwerdeyê de dê dewreya destwerdanên lezgîn bi hevkariya komîteya tenduristiyê were vekirin, her wiha dewreya bikaranîna çekan û dayîna semîneran da ku fikrê şerê gel ê şoreşgerî ya li ser bingeha neteweya demokratîk û xweparastinê were naskirin.”

El-Cemîlî diyar kir ku hevkariyeke mezin di navbera Tevgera Ciwanên Şoreşger û şêniyan de heye ku bi rêya komîn û meclisan tê kirin da ku perwerde bi encamên baş bi rê ve biçin.

El-Cemîlî destnîşan kir ku şerê gel ê şoreşgerî ji bo xweparastinê ye û bang li şêniyên Minbicê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û hêzên leşkerî, bisekinin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aHFJyQkOQ9c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>