Parêzer: Em ê di doza rêber Ocalan de leşkerên hiqûqî yên dilsoz bin

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda şidandî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê, dê di Îlonê de li Misirê bicivin û vê dozê bi parêzerên Ereb û aliyên hiqûqî yên li derveyî welat re nîqaş bikin. Parêzeran got, “Îmralî lutkeya binpêkirinan e û zindanek di hundirê zindanekê de ye. Em ê jî di vê dozê de leşkerên qanûnî yên dilsoz bin.”

Parêzer: Em ê di doza rêber Ocalan de leşkerên hiqûqî yên dilsoz bin
10 tebax, 2022   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN – DELÎLA GABAR

Ev 17 meh e bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin. Nayê zanîn bê rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê çi ye. Ev 3 sal in hevdîtina parêzeran a bi rêber Abdullah Ocalan re tê qedexekirin.

Li dijî vê rewşa tecrîda girankîrî ya li Îmraliyê li hemû qadan têkoşîna gelan berdewam dike.

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî îşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji ajansa me re axivîn û got divê her kes ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê bikoşe.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqa Xalid El Hesen, der barê rewşa Îmraliyê de anî ziman ku revandin û girtina rêber Ocalan binpêkirina zagonên navneteweyî ye û got: “Ev wekî sûcekî dermirovî yê ji bo stûxwarkirina cîhanê ye ku gelek dewlet hevkarên vê revandinê ne. Dorpêça di Îmraliyê de bi xwe binpêkirineke hiqûqî ye. Rêber Ocalan ramyar, feylezof û girtiyekî siyasî ye lê mixabin di Îmraliyê de hiqûq tê binpêkirin.”

LI SER REWŞA ÎMRALIYÊ DÊ KONFERANS BÊ LIDARXISTIN

El Hesen destnîşan kir ku wek parêzerên herêmê biryar dane ku li ser vê mijarê konferansek di meha bê de were lidarxistin. El Hesen di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Rêber Ocalan xwedî wê felsefê ye ku ew bi giştî jê sûda çareseriyê digirin, ji lew re jî erka me ye û em deyndar in ku wek parêzer vê rewşê nîqaş û şîrove bikin. Divê em ji bîr nekin rêber Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye, ew girtiyê ramanê ye û felsefeya wî wek nexşerêya çareseriyê ye.”

El Hesen behsa erka parêzeran jî kir û got: “Divê em wek parêzer bi rê û rêbazên rast ên qanûnî parastina rêber Ocalan bikin û vê rastiya hiqûqî ji tevahiya saziyên navdewletî û zagonî re pêşkêş bikin û rastiya Îmraliyê şîrove bikin. Ji destpêka girtinê de dorpêç heye. Nedayîna mafê serdana parêzeran zilmek e, çi girtî hebe jî ji mafên destpêkê ew e ku bi parêzerên xwe re rûne. Her wiha me biryar daye em serdana Misirê bikin û li ser vê mijarê em bi parêzerên Ereb re bicivin.”

Têkildarî hevdîtinê Xalid El Hesen ev agahî da: “Li gorî me dît giraniyeke rêber Ocalan li Misirê jî heye, ew welat wateyeke mezin dide doza girtina rêber Ocalan, em ê jî leşkerên qanûnî yên dilsoz bin di mijara girtina wî de. Civîna me dê di Îlonê de were lidarxistin, di wir de dê şandeyek were hilbijartin û dê vê dozê li derveyî welat bi aliyên hiqûqî re nîqaş bike.”

‘BI RÊYA TECRÎDÊ DEWLETA TIRK GEL TENGAV DIKE’

Endamê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Omer Bekir jî da zanîn ku li gorî tevahî zagonên welatan tê zanîn ku divê girtî bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û divê tecrîda fîzîkî û derûnî neyê ferzkirin ku hevdîtin di bin çi mercê de divê vekirî bin. Bekir destnîşan kir ku biryara tecrîda li ser rêber Ocalan biryareke plankirî ye û got: “Em pê dizanin kesên ji ber doza welatekî ve tên girtin ew in ên ku xelkê hişyar dikin lê Tirkiye dixwaze bi rêye vê tecrîdê gel tengav bike. Divê were naskirin ku Ocalan hem serok e, hem jî rêya çareseriyê ye.”

Bekir, behsa şert û mercên li Îmraliyê û sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan wiha kir: “Rêber Ocalan bi temenê mezin li jor 70 salî ye û Tirkiyê di hucreya wî de fenerên taybet pêxistine ku çavên wî bêşin û kor bibin, ew bi xwe binpêkirina tevahiya zagonan e û lutkeya binpêkirinê ye. Di warê qanûnî de ji xwe girtina kesekî li welatekî cûda û bi hevkariya gelek aliyên xwedî berjewendî wek Amerîka û Îsraîl, tiştekî ne ji rêzê ye.”

`DIVÊ EM REWŞA ÎMRALIYÊ LI HEMÛ QADAN EŞKERE BIKIN`

Bekir behsa girîngiya rêber Abdullah Ocalan ji gelan re kir û wiha pê de çû: “Girtina wî bi vî şêwazî me jî dixe bin barekî ku divê em xwedî helwest bin. Divê em rewşa Îmraliyê li tevaya qadên navdewletî eşkere bikin. Di mirov li cem girtiyan werin girtin lê girtina kesekî di hucreyekê de lutkeya binpêkirinê ye û ew zîndanek di hindir zîndanek din de ye.

Divê di serî de em wek parêzerên Kurd ên li Rojava baş zagonên Tirkiyê bixwînin û nas bikin û tevaya valahî û sûcên wê eşkere bikin. Li Tirkiyê gelek siyasetmedar hatin girtin. Hinek ji wan hatin dadgehkirin û hinek ji wan jî di dadgehkirinê de ne. Lê rewşa serokê me pir cuda ye em niha nizanin ew çi rengî û çi awayî tê girtin.”

Omer Bekir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got: “Divê em ji Yekitiya Ewropayê bipirsin rêber Ocalan çima girtî ye, û ji ber ku em rewşê baş dizanin divê em ji wan bixwazin ku rêber Ocalan yekser were berdan. Her wiha di hemî zagonan de dema temenê mirov dibe 75 sal divê ev însan werin berden, tevî ku çi sûc kiribin, lê serokê me ev temen derbas kiriye û ew ne girtiyekî bi sûc hatiye girtin ew girtiyekî siyasî û xwedan dozekê ye. Bi giştî welat û civaka navdewletî li berjewendiyên xwe digerin, li ser girtina rêber Ocalan jî heman tişt derbasdar e ji ber ku projeya rêber Ocalan rewşa berjewendiyên wan dihejîne û rêyên çareseriyê diyar dike ji lewre ew li ser vê mijarê bi temamî bê deng in.”

Hevseroka Yeketiya Parêzeran a Bakurê Sûriyê Beşîra Cemal El-dîn jî diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan di serî de binpêkirina mafê her mirovekî ye û got: “Li gor hemû zagonanên navdewletî nabe tecrîd li ser çi mirovî were ferzkirin, lê Tirkiyê jê zêdetir rêber Ocalan bi hemû rêbazan îşkence dike. Rêber Ocalan kesayetek siyasî, ronakbîrî û ramyarî ye û em jî xwe di nerîn û fikirên wî de dibînin. Girtina rêber Ocalan nikaribû rê li ber belavbûna fikiriên wî bigire û îro ew fikir li tevaya Kurdistan û dinyayê belav bûye û belav dibe. Tirkiyê bi hemû rêyan dixwest vê yekê bike lê ew bi ser neket.”

‘DIVÊ HER KES TIŞTEKÎ BIKE’

Beşîra Cemal Eldîn bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û got: “Em jî wek parêzer wê vê xebata xwe ya parastinê berdewam bikin. Ez wek jin û parêzer rola rêber Ocalan ya di azadiya jinê de pir girîng û bi wate dinirxînim, rêber Ocalan jin ji astek ketî rakir asteke pir bilind, ji ber ramanên rêber Ocalan em wek jin îro li pey doza azadiyê ne û em doza azadiya tevaya jinan dikin. Îro ger ku li tevaya saziyan hevserokên jin hene, ev yek ji ber ramana rêber Ocalan e.”

ANHA