Şêniyên gundê Cirnikê: Bi keviran mabe em ê li ber xwe bidin

Dewleta Tirk a dagirker vê sibê bajarê Qamişlo û gundê Keramê, Cirnik û Xanîka yên navçeya Amûdê bi çekên giran topbaran kirin.

Şêniyên gundê Cirnikê: Bi keviran mabe em ê li ber xwe bidin
8 tebax, 2022   15:25
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Şêniyên gundê Cirnikê der barê topbarana dewleta Tirk a dagirker a vê sibê li ser gund û herêmê de ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

/kr/uploads/files/2022/08/08/152700_hewaz-emre-1.webp

Şêniyê bi navê Hewaz Emre got: “Sibe bû dewleta Tirk a dagirker gund û herêm topbaran kir. Bi van êrişên xwe dixwaze gundên me vala bike. Ji vê yekê armanc dike ku şêniyên gund ji gund derkevin û gund vala bibe.”

Emre diyar kir ku ew dev ji mala xwe bernadin û heta dilopa xwînê ya dawî dê li ser axa xwe bin û wiha domand: “Em ê heta dawiyê bi şervanên xwe re mil bi mil li ber xwe bidin. Banga min ji tevahî gelê me yên di gund de û derveyî gund heye, her kes li ser axa xwe li ber xwe bide. Xaka xwe ji dagirkeriya Tirk biparêze.”

/kr/uploads/files/2022/08/08/152605_cuma-emer-2.webp

Şêniyê bi navê Cuma Emer got: “Bi van êrişan dixwazin tevliheviyê çêbikin û gelê herêmê bidin koçberkirin. Li şûna wan çeteyên xwe di gundên me de bi cih bikin.”

Emer ev li gotinên xwe zêde kir: “Bila mirina bi rûmet be li ser erda xwe be baştire mirov koçber bibe. Dewleta Tirk dixwaze Osmaniya nû vegerîne. Baweriya me bi hêza me heta dawiyê heye. Ger îro em li gundê xwe û mala xwe dimînin, ew jî baweriya me ya bi hêza me QSD’ê ye. Em ê bi çeka di destê xwe de heta dawî bi şervanên xwe re bin.”

/kr/uploads/files/2022/08/08/152644_ekrem-hec-sakir-2.webp

 Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Ekrem Hecî Şakir got Erdogan bixwaze, nexwaze ew dev ji erda xwe bernadin û wiha got: “Erdogan bi balafir, tank û topên xwe çiqasî êrişî me bike jî em dev ji gundê xwe û xaka xwe bernadin. Bi keviran mabe em ê li ber xwe bidin. Ev mala me ye, gundê me ye û axa me ye, em dev ji axa xwe bernadin.”

Her wiha Şakir daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze kurdan tune bike û koçber bike. Şakir bang li gel kir ku li hember êrişan li ber xwe bidin û yekitiya xwe xurt bikin û got: “Heta dilopa xwîn dawî em dev ji erda xwe bernadin. Baweriya me bi hêza me QSD’ê heta dawî heye, em ê bi zarokên xwe re bin û heta dawî li ber xwe bidin. Em ê bi berxwedanê serkeftinê bînin.”

/kr/uploads/files/2022/08/08/152625_edba-etem-emer-2.webp

Şêniya bi navê Edîba Etem Emer, destnîşan kir ku Erdogan ji êrişan armanc dike şêniyan bitirsîne da ku ji mal û erdê xwe derkevin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker, zarokên me bi topên xwe ditirsîne. Bi van êrişên xwe dixwaze zulmê li me bike. Heta ji me were em ê bi zarokên xwe re li hember van êrişan li ber xwe bidin, em ê heta dawiyê li kêleka zarokên xwe bin û di eniyên pêş de li ber xwe bidin.”

ANHA