Semîr Ezam: Dewleta navendî ya neteweperestî bi bin ketiye û venagere

Koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk li Siwêdayê Semîr Ezam, berdewama aloziya li Siwêdayê bi zihniyeta dewleta navendî ve girê da û got, vegera vê rejîmê ji desthilatê dûr e. Semîr Ezam anî ziman ku bijardeya sêyemîn a ku xelkê Siwêdayê pejirandibû, projeyên mêtîngeriyê û komên olî yên tundraw têk birin.

Semîr Ezam: Dewleta navendî ya neteweperestî bi bin ketiye û venagere
5 tebax, 2022   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Di hefteya borî de li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê aloziyeke mezin û şer rû dan. Tevgera Kerama dest danîn ser baregehên komên alîgirên hikumeta Şamê.

Beriya van rûdanan provokasyonên ewlehiyê li gelek herêmên Siwêdayî  hebû. Heman demê rêya Şam- Siwêda û rêyên din ku dighêjin navenda bajarê Siwêdayê hatin girtin. Ev bûyer piştî girtina hejmarek ciwanên herma Şehba ya Siwêdayî ji aliyê "Hêzên Fecir" yên girêdayî ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê ve rû dan.

Di bûyerên vê dawiyê yên ku Siwêdayî rû dan de 24 kes hatin kuştin. Ji wan, 17 girêdayî koma "Racî Felhût" e, 7 di rewşên ne diyar de hatin kuştin û 7 ji çekdarên xwecehî ne yên ku êrişî baregehên "Felhût" li bajarokên Selîm û Etêl kirin. Her wiha zêdetir 40 kes birîndar bûn, ji ber rewşa hinek birîndaran xeter e, dibe ku hejmare kuştiyan zêde bibe.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê  piştgiriya xwe bi "Tevgera şoreşgerî" li Siwêdayê re nîşan da û got: "Her tevgerek protestoyî li qadên desthilatdariyê rê li ber berfirehkirina çalakiya protestoyî li qadên cihê yên di bin kontrola wê de vedike. Ew jî alîkariya guhertin û hilweşandina polîtîkayên mêtingeriyê yên navendî dike."

Piştî kontrolkirina baregehên koma "Racî Felhût", tevgera "Rîcal El-Kerama" roja çarşemê di daxuyaniyekê de got ku ew ê xebatên xwe yên ji bo rûxandina "komên terorîst" bidomînin û bang li hemû kesên ku destê wan di nav de heye, xwe radest bikin.

SERHILDANA LEŞKERÎ

Li ser vê yekê koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk a Siwêdayê Semîr Ezam wiha axivî: "Tiştê ku li parêzgeha Siwêdayê qewimî, serhildanek leşkerî ye, ji aliyê komên parastina Siwêdayê ve û bi piştevaniya xelkê parêzgehê hate encamdan. Armanc ew e ku komên ku kesan direvnin, qetil dikin û propagendayê narkotîkê wekî kaptagonê dikin, ku ji aliyê Îstixbarata Giştî ve hatine rewakirin û bi milyaran lîreyên Sûriyê ji Îran û Hizbullaha Libnanî tê fînansekirin, ji holê werin rakirin."

Ezam bi domdarî got: "Serhildana pîroz karî projeya li pişt van çeteyan hilweşîne. Wan komên çete bi rêya qetilkirin, revandin, tirsandin, xapandina çekdaran bi pereyên ku dighêje 500 hezarî lîreyan di mehekê de li beramberî ku tev li nava komên, hewl dan ku hegemoniya xwe ya leşkerî li ser parêzgeha Siwêdayê ferz bikin. Armanca rejîmê û hevalbendên wê ew e ku ji xelkê parêzgeha Siwêdayê re bibêjin, yan wê komên çete serweriya we bikin yan jî ez ê serweriya we bikim, lê komên parastinê jî xwedî nêrîneke cuda bûn ku dawî li çeteyan bîne, rejîmê li Siwêdayê tengav û dorpêç bikin û serweriya komên parastinê li ser parêzgehê ji her demê bêtir xurtir bikin."

Derbarê encamên bûyerên dawî de Ezam wiha got: "Koma çeteyan a herî mezin û xeternak li parêzgeha Siwêdayê ku ji bo aştiya sivîl bû astengiyek mezin, hat bêbandorkirin. Hin serçete hatin kuştin û hinek hatin girtin. Her wiha yên ku destên wan di xwîne de hebûn, cezayê xwe birin. Lêgerîna li çeteyan û hevkarên wan berdewam dike. Komên parastinê hişyarî dan çeteyên dizî, revandin û fidyeyê ku çekên xwe radest bikin, eger nebe çarenûsa wan dê bibe wekî çarenûsa çeteyên Racî Felhût be, hinek ji wan radest bûn."

HİKÛMETA ŞAMÊ Bİ ZÎHNİYETA XWE YA BERÊ VE GİRÊDAYÎ YE

Bi derketina aloziya Sûriyê re, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê rêyeke sêyem hilbijartin an ku piştgirî nedan hikumeta Şamê û komên çete yên ku xwe avêtin hembêza dewleta Tirk ku çavê xwe berdaya dagirkirina Sûriyê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên herêmê di avakirina rêveberiyeke xweser a demokratîk de ku teoriya biratiya gelan û neteweya demokratîk pêk tîne, bi ser ketin. Serkeftina vê tecrûbeyê bû sedema hêviyên mezin di nav xelkê Siwêdayê de ku li cem xwe jî  pêk bînin.

Tevî ku ev yek bi awayekî fermî nehatibû ragihandin jî, xelkê Siwêdayê karîn partiyên siyasî û komên parastinê ava bikin. Ev yek bû sedem ku hikumeta Şamê dilgiran be û hewl bide ku van hewldanan bifetisîne.

Aliyên civakî û siyasî yên Siwêdayê hikumeta Şamê tawabar dikin ku piştgirî dide komên çekdar ên ku revandin û kuştinê dikin da ku zextê li ser gelê Siwêdayê bikin. Di vê çarçoveyê de xelkê Siwêdayê hikumeta Şamê bi wê yekê tohmetbar dikin ku destê wê di êrişên xwînrêj ên sala 2018'an de hene ku DAIŞ'ê li parêzgehê pêk anîne û di encamê de herî kêm 221 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê Semîr Ezam got: "Tiştek bi navê hikumetê tune ye, bermahiyên dîktatoriya malbatî ya paşverû ya qirêj hene ku Sûriyê wekî paxçeyek xwe ya malbatî dibîne. Bi şerên navxweyî, rêbaz û zihniyeta rejîmê nayên guhertin . Lê yên ku diguherin, ew yên ku bi axê ve girêdayî ne û piştgiriyek berfireh a gel ji bo wan heye."

Ezam destnîşan kir ku yên parêzgeha Siwêdayê bi rêxistin dike û bi rê ve dibe, mejiyê kolektîf a durzî ye û wiha domand: "Bi vê mejiyê Siwêda xeta sêyem hilbijart. Dîsa bi vê mejiyê kolektîv xelkê Siwêdayê êrişên terorîstên selefî yên li ser derdora parêzgehê di navbera salên 2013 û 2018'an de pûç kirin. Bi heman mejiyê, xelkê Siwêdayê di 26'ê Tîrmehê de rabûn ser piyan da ku çeteyan ji holê rakin. Her wiha ji bo ku projeya Îranê û Hizbullah a Lubnanê têk bibin ku armanc dikirin parêzgeha Siwêdayê bibe navend û rêyek ewle ji bo çêkirin û qaçaxkirina captagon ji bo Urdunê û kirîna mal û zevî bi rêya simsarên li parêzgehê da ku mêtîngên farisî li parêzgehê ava bikin û dema gucaw bibînin, demografiya parêzgehê xirab bikin."

SEDEM NETEW-DEWLET E Û NENAVENDÎ ÇARESERÎ YE

Tevî ku heta astekê aramî vegeriya Siwêdayî, lê belê, geşedan diyar dikin ku ev dê ne ya yekem û ya dawî be, ji ber ku sedemên pirsgirêkê hîn jî bê çareserî ne. Ya herî girîng jî zihniyeta hikumeta Şamê ye ku li ser esasê ferzkirina hegemonî û navendîbûnê ye û ji bo zextê li ser hemû kesên ku di aliyê siyasî de li dijî wê derdikevin, hemû rêbazan bikar bînin.

Derbarê çareseriya guncaw de, Ezam got: "Yekane çareseriya aloziya Sûriyê û Siwêdayê di nav de, dewleteke nenavendî ango federalî ye. Ew bi tenê wê Sûriyê di warê ax û gel de yekgirtî bihêle. Bi wê re, pêkhateyên Sûriyê dê bi hev re dest bi jinûveavakirina welatê xwe bikin û desthilata teqez bi dawî bibe. Ev yek dê di navbera hemû parêzgeh û herêmên Sûriyê de pêşketineke hevseng û domdar pêk bîne."

Koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk li Siwêdayê Semîr Ezam di dawiyê de got: "Dewleta navendî ya neteweyî di her tiştî de bi bin ket û di sala 2011'an de teqiya, ew jî ji ber du sedeman. Ya yekem rewşa hevsengiya leşkerî ya di navbera aliyên herêmî yên şer de ye, ya duyemîn jî destwerdana leşkerî ya gelek welatan di şerê Sûriyê de ye û cudahî û nakokî di navbera helwestên wan û navneteweyîbûna ku di kirîza Sûriyê de pêk hatiye."

ANHA