​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamên wan Husên Ewad El-Ferec duh dema erka xwe bi cih dianî, li Tebqayê şehîd bû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir
4 tebax, 2022   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku endamê hêzê Husên Ewad El-Ferec duh çarşemê 3'yê Tebaxê dema erka xwe ya parastin xak û gelê xwe bi cih dianî li Tebqayê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Husên re dixwazin û em serê xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi qîmet ditewînin ku ji bo parastina malbet û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em teqez dikin ku em li ser rêya şehîdan ne heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Husên El-Ferec

Navê Bav: Ewad

Navê Dayikê: Werde

Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 20/5/2017

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3/8/2022.

ANHA