​​​​​​​Jinan soza tohildana hersê fermandaran da: Wê bersiv dijwar be

Endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî, qetilkirina hersê fermandaran;  Jiyan, Barîn û Roj ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kirin û soza tolhildana wan û meşa li ser şopa wan dan. Her wiha bang li civata navneteweyî kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk, bigirin.

​​​​​​​Jinan soza tohildana hersê fermandaran da: Wê bersiv dijwar be
28 tîrmeh, 2022   23:40
REQA – ALA EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û îradeya gel bi giştî û ya jin bi taybetî, êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di 22’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a bêçek a dagirkeriya Tirk erebeyek li ser rêya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de hersê fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn.

Şêniyên herêmê li hember vê êrişî bertekên hişk nîşan dan û gelek çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk li dar xistin û bang li civata navneteweyî kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Feyrûz Xelîl hedefkirina her sê fermandaran Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şermezar kir û got: "Divê hemû dewletên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi me re hevkar in, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.”

Feyrûz Xelîl diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên topbarankirin û wiha domand: "Bi balafireke bê mirov a bi çek sê jinên têkoşer ên ku şerê terorê kirin û li hemberî dagirekriyê sekinin, kir hedef. Em sûcên dagirkeran qebûl nakin û em ê ji cîhanê tevde re îsbat bikin ku hêza me ya ji bo berxwedanê heye.”

Feyrûz Xelîl anî ziman ku divê dewletên ku dibêjin ew di rizgarkirina herêman ji terorê de hevkar in, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker werin rawestandin.

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Îman Mihemed da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefkirina fermandarên jin ew e ku nasnameya leşkerî û sivîl a jinê tune bike.

Îman Mihemed soz da ku ew ê bersiveke hişk bidin êrişên dagirkeran û got: “Wek çawa me soz da hevalên xwe ku em ê li ser şopa wan bin, îro jî em soz didin hevalên xwe yên li eniya şer ên pêş ku em ê ji bo wan li ber xwe bidin.”

Her wiha, endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zanûbya, Nisrîn El-Hesen wiha axivî: “YPJ’ê ji bo pêkanîna azadiya jinan û gelên herêmê gelek şehîd dane. Ji ber vê yekê dagirker wan dike hedef. Şehîdxistina hevalên me Jiyan, Roj û Barînê nîşana wê yekê ye.”

Nesrîn El-Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne û wiha got: "Em ji Tirkiyê û çeteyên wê re dibêjin, em ê li ber xwe bidin, xeta şehîdên xwe bişopînin heta ku serkeftinê misoger bikin."

Nesrîn El-Hesen destnîşan kir ku keç û xortên herêmê dagirkeriyê qebûl kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê li ber xwe bidin."

 (mh)

ANHA