Di salvegera 6`an de şehîdên komkujiya Qamişlo hatin bibîranîn

Bi rasthatina salvegera 6`an a komkujiya Qamişlo ku di sala 2016’an de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatî, îro li cihê komkujiyî bi kombûna bi dehan gelê bajarê Qamişlo, şehîdên komkujiyê bi bîranîn.  

Di salvegera 6`an  de şehîdên komkujiya Qamişlo hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2022   17:40
QAMIŞLO

Beriya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de ragihîne, çeteyên DAIŞ`ê li Qamişlo komkujî pêk anîn. Komkujiya Qamişlo, ji hovanetirîn sûcên çeteyên DAIŞ`ê bû ku di 27`ê Tîrmeha 2016`an de pêk hat. Ev komkujiya hovane ku bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hatî û di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 şêniyên bajêr birîndar bûn. Di encamê de 2 avahî bi temamî bi ser serê welatiyên sivîl de hatibû rûxandin, 58 sivîl, 3 endamên Hêzên Asayîşê şehîd bûbûn û 177 sivîl jî birîndar bûbûn.

Îro bi pêşengiya Meclisa Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî ya bajêr ji bo salvegera 6`an a komkujiya bajarê Qamişlo, li cihê bûyerê saet di 6`an êvarê de bi dehan gelê bajêr şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de li ser navê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêm Cizirî Cewahîr Osman axivî.

Cewahîr Osman di destêpêkê de şehîdên komkujiyê bi bîr anî û wiha got: “Di kesayeta şehîdên komkujiya Qamişlo de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyanê wan ditewînin. Rojek weke roja îro beriya niha 6 salan rojeke xemgîn bû, rojek ku ji bo gelê Qamişlo dîrokî bû, ewqasî bi êş û azar bû. Di sala 2016’an de rojek pir giran bû. tevî ku gelek sivîl di bûyerê de şehîd bûn, lê vîna gelê Qamişlo hîn xurttir bû. Xwestin bi wê komkujiyê vîna gelê Qamişlo bişikînin, lê belê negihiştin armanca xwe. Plana komkujî ne tenê bi destê çeteyên DAIŞ’ê lê belê bi hevkariya hêzên alîgirên wê ev komkujî pêk hat.”

Cewahîr Osman balkişand ser armanca komkujiyê û got: “Dixwestin projeya Rêveberiya Xweser tune bikin, tirs û xofeke mezin bixin nav dilê gelê bajêr û vîna gel bişkînin. Di heman demê de dixwestin hêzên ewlehiya bajar, endamên Rêveberiya Xweser hedef bigrin û di kesayeta şehîd Polat de dîplomasiya Rêveberiya Xweser hedef bigrin. Ev armanca wan ya sereke bû. Lê belê negihiştin armanca xwe. Ji ber vîna gel xurttir e. Pêwîst e em bi hişyar tev bigerin çawa ku me bi yekitiya xwe çeteyên DAIŞ’ê têk bir, wê ji îro pê de jî ew hewldanên dijmin têk biçin.”

Cewahîr Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xwedî xak in, ev xaka me ya. Em tu caran dev ji xaka xwe ber nadin, tu êriş bikî û nekî em ê her li ser xaka xwe tê bikoşîn. Bi sekna xwe ya berxwedêr, bi yekitiya gelê xwe em ê hertim serkeftî bin û em ê hertim bibin stiriyek di çavê we de. Em ê her li ser lingan bin. Carek din em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em dibêjin şehîd namirin.”

 Piştî axaftinan, ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin û bi drûşemên “Şehîd Namirin” û  “Bijî Yekitiya Gelan” bi dawî bû.

ANHA