Cebhet El-Ekrad qurbaniyê Komkujiya Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad qurbaniyên Komkujiya Til Hasil û Til Eran û herêmên din ên gundewarên Helebê bi bîr anîn û soza tolhildanê û qewitandina dagirkeran ji welat da.

Cebhet El-Ekrad qurbaniyê Komkujiya Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn
27 tîrmeh, 2022   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Feamdariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad daxuyaniyek da, tê de qurbaniyên Komkujiya Til Hasil û Til Eranê û herêmên din ên gundewarên Helebê bi bîr anîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 27`ê Tîrmeha 2013'an de li dijî gelê me yên bajarokên Til Hasil û Til Eranê û herêmên din ên gundewarê Helebê komkujî pêk hat. Di vê rojê de hêzên terorîst li dijî vîna gelê herêmên Şehbayê li hev kirin û komên tundraw ku yên ji 21 girupan pêk dihatin tevî Cebhet El-Nusra û Lîwa El-Tewhîd û bi destekdayîn yekser a îstîxbarata Tirkiyê, ev komkujî pêk anîn û mal û milkên şêniyên ji herêmê dane koçberkirin, talan kirin.

Wê demê dewleta Tirk di bin navên cuda de dest li axê Sûriyê werda û bi sponseriya hikumeta Tirkiyê, DAIŞ derket da ku şerê Sûriyan û taybet şerê Kurdan bike. Hêzên Cebhet El-Ekrad di eniyên şer de li dijî dijmin şer dikir.

Komên tundraw daxuyanî dan û gotin “xwîn, namûs û malê her Kurdekî helal e”. Bi vê gotinê êrişî hêzên kurdî kirin, malbatên wan kuştin, mal û milkên wan talan kirin û jinên wan revandin. Heta niha jî hîna jinên revandî hene û aqûbeta wan nayê zanîn.

Bi hezaran şênî dan koçberkirin, bi dehan gundên weke Bendava Şehba, Qibêsîn, Nêrebiyê, Nûman, Kiêbe, Til Betal, Qer Kelbîn, Ehres, Til Şiyîr, Qeret Koz, Dodiyan û gelek gundên herêma Ezaz û Babê yên piraniya niştecihên wan Kurd bûn, bi tank û moşekan hatin rûxandin û xwestin Kurdan li herêmê tune bikin.

Komeke bi navê “Ebû Docene” girêdayî dewleta Tirk bû û bi esil ji Tirkiyê bû, gotegotên derew li ser gelê Kurd belav dikir, hewl dida fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. Piştî ku herêm ji şêniyên wê yên resen vala bû, DAIŞ li wan herêman derket. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve plankirî bû. Dewleta Tirk plana xwe berdewam kir û bi derewan qaşo şerê di navbera komên Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê de nîşan da. Yekem herêma ku bi awayekî eşkere ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, Cerablûs bû. Dagikreriya xwe li du herêmên Ezaz û Babê jî belav kir. Heta niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan li dijî sivîlên li Şehba, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî didomîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Wekî Hêzên Cebhet El-Ekrad parastina hemû zarokên herêmê tevî pêkhateyên wê û parastina destkeftî û nirxên xwe, berpisyariya me ya sereke ye. Em ê tola xwîna şehîdên xwe hilînin, da ku zilim û trajediyên gelê me dubare nebin. Em sozê didin gelê xwe ku em ê heta serketinê rêya azadiyê bidomînin, dagirkeriya Tirk ji xaka xwe biqewitînin û aloziya li welêt bi dawî bikin.”

(dm)