​​​​​​​Tevlihevî li Siweyda berdewam e

Li gorî dezgehên çapemeniyê, li bajarê Siweyda yê başûrê Sûriyê tevlihevî zêdetir dibe. Tevgera Keramê baregehên komên alîgirên hikumeta Şamê kontrol kirin.

​​​​​​​Tevlihevî li Siweyda berdewam e
26 tîrmeh, 2022   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tevgera Rîcal Keramê baregeha Hêzên Fecir a li bajarokê Selîm kontrol kir, piştî şerên dijwar di navbera tevgerê û komên çekdar yên girêdayî Ewlehiya Leşkerî ya hikumeta Şamê de.

Li gorî SOHR`ê, di encama şer de, 2 endamên Tevgera Keramê ku birayên hev in, birîndar bûn, herî kêm 2 endamên komên girêdayî “Ewlehiya Leşkerî” birîndar bûne. Her wiha agahî hene ku baregehên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê hatine şewitandin.

SOHR`ê bi bîr xist ku nakokî dîsa vegerî parêzgehê, piştî ku komên girêdayî “Ewlehiya Leşkerî” 5 ciwan ji bajarê Şehba yê Siweydayê girt.