Dagirkeriya Tirk vê carê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa daye ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin. Li gorî agahiyan nêzî 30 top li derdora gund ketine.

Dagirkeriya Tirk vê carê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa daye ber topan
26 tîrmeh, 2022   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin. Li gorî agahiyan nêzî 30 top li derdora gund ketine.

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA