Li Lozanê konferansa Kurd li dar ket

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa Kurd bi tevlêbûyîna kesan a ji çar parên welêt û dîasporayê  li dar ket.

Li Lozanê konferansa Kurd li dar ket
24 tîrmeh, 2022   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, 57 partiyên siyasî û sazî, gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen di konferansê de hatin ba hev. Bi giştî 267 kes li konferansê amade bûn. Konferans, li qada Rîppone a Qesra Rûmîne ya ku peyman lê hatiye îmzekirin, hat organîzekirin.

Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs silav li beşdaran kir. Dîwana kongreyê ji Zubeyîr Aydar, Azîz Memlî, Dilşa Osman û Blase Jabbar Ferman pêk hat.

Karamûs diyar kir ku di ser Peymana Lozanê re 99 sal derbas bûne û diyar kir ku wê di vê konferansê de hemû sazî û kesên Kurdistanî wê li dijî Peymana Lozanê helwesta xwe aşkere bikin.

Têkildarê Peymana Lozanê li sînevîzyonekê hat temaşekirin. Bi pişt re ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdûlkadîr Omer, axaftinek kir. Omer destnîşan kir ku gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şoreşa Rojava dewam dikin û got: “Ji bo ku Lozaneke nû çênebe, divê Şoreşa Rojava bê parastin.”

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal îşaret bi giringiya vê konferansê kir û derbirî ku Kurd ne Kurdên sed sal berê ne.

Li ser navê TJK-E’yê Zozan Serhat anî ziman ku ew wek jinên Kurd wê êdî dagirkerî û xiyanetê qebûl nekin û wiha got: “Di vê salonê de Kurdistan bû çar parçe. Îro, em Kurdên ji her çar parçeyan, hatin ba hev. Êdî divê Kurd nemirin, bi balafiran neyên topbarankirin.”

Bi pişt re encamnameya konferansê û çalakiyên wê di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de werin kirin, pêşkêşê beşdaran hatin kirin.

PEYMANA LOZANÊ ERÊKIRINA QIRKIRINA KURDAN E

Di encamnameyê de wateya Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser Kurdistaniyan, wiha hate destnîşan kirin: “ 99 sal berê li Lozanê konferanseke navneteweyî hat kirin û di encama vê konferansê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê Kurdistan bû çar parçe. Nûnerên gelê Kurd di vê konferansê de nîn bûn, pirs ji Kurdan nehatin kirin. Lê di der heqê aqûbeta Kurd û Kurdistaniyan de biryar hatin dayîn û hesabê Kurdan nehat kirin.

Peymana Lozanê, qirkirina Kurdan û êrêkirina vê qirkirinê bi navneteweyî ye. Ermen û Asûr-Suryan-Keldan jî terkê heman aqûbetê hatin kirin. Peymana Lozanê ne bi tenê biryara kuştina Kurdan lê erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û qetilama sala 1915’an e jî.

XENÇEREK E LI SER DILÊ KURDAN HATIYE XISTIN

Piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin, li Kurdistanê pêvajoyek a tarî dest pê kir. Gelê Kurd rû bi rûyê komkujiyan bû û xwestin ku gelê Kurd ji holê rakin. Ji 1925’ê heta 1938’î li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes hatin kuştin û gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin. Li herêmên din jî polîtîkayên kuştin, êşkence, birçîtî û bişaftinê dewam kir. Li Başûr Peymana Lozanê, qetilkirina bi sedhezaran li Enfal û Helepçeyê ye. Li Rojhilat qetilkirina pêşeng û şoreşgerên têkoşîna Şîna, Mehabad û Sîneyê ye. Li Rojava şewitandina Amûdê ye. Xeleka Ereb, li Bakur komkujiyên Dersim û Zîlan, êşkenceyên girtîgeha Amedê ye. Di encama Peymana Lozanê de di navbera Bakur, Rojhilat û Rojava de têlên bi stirî, çavên kor û li wî sînorê dest û piyên hatin birîn hene. Bi kurtasî Peymana Lozanê xençerek e li ser dilê Kurdistanê. Îro Peymana Lozanê êrîşên li ser Kobanê û Şengalê, qirkirina mirovên me yên Êzîdî, dagirkirina Kerkûk, Efrîn û Serêkaniyê, qetil kirina kolberan, li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye. 

DILÊ WAN LÊ HEYE KU SED SALÊN DIN JÎ LOZANÊ PÊK BÎNIN

Gelê Kurd, tevî hemû zehmetiyan li dijî encamên Peymana Lozanê bi hemû hêza xwe li ber xwe daye. Eger mirov şertên sala 1923’yan û yên niha bide ber hevdu; hêza gelê Kurd a sala 1923’yan ewqas nîn bû, lê niha hêza gelê Kurd di hevsengiya herêmê de bi bandor e. Li Başûr statuyeke federal, li Rojava jî statuyeke bi fiîlî û li Bakur û Rojhilat jî tevgera azadiyê ya rêxistinkirî û berxwedaneke geş û gur heye. Gava Peymana Lozanê hat îmzekirin Kurd di asta navneteweyî de nehatin naskirin. Nav û dengê Kurd nebihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de Kurd xwedî rol, fam û feraset û dostanî ne. Gava gotûbêjên li Lozanê di nav şandeya Tirk de bi tenê Kurdek hebû û ew jî Kurdekî xayîn bû. Lê niha li heman salonê nûnerên Kurd û Kurdistaniyan tên ba hev û dikin ku dinya bi wan bihise.

Tevî vê rewşê em hêj azad nebûne û hêj jî pirê welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê da nav dest û pêyan lê fesh nekir. 99 sal in hêj jî dijminên me planê qirkirina me dikin û bi rê ve dibin. Dixwazin ku sed salên din jî Peymana Lozanê pêk bînin û destkeftiyên me bi dest xistine ji me bistînin. 

Berteka herî mezin a li dijî Peymana Lozanê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Bi vê peymanê welatê me parçe dibe, gelê me ji hev dibe û em pê ji hev vediqetin. Eger ku em nexwazin sedsaleke din jî Peymana Lozanê li me neyê ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li ber vê parçebûyînê rabin.“

BIRYARÊN KONFERANSÊ

Di dawiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, li salona ku peyman lê hatiye îmzekirin, nûnerên gelê Kurdistanê konferans li dar xistiye û biryarên di konferansê de hatine dayîn wiha hatin rêz bi rêz kirin:

“1- Peymana Lozanê, bêyî pirsîna ji gelê Kurdistanê hatiye îmzekirin û pê welat û gelê me hatiye parçekirin. Em wek nûnerên gelê Kurdistanê, vê peymanê red dikin.

2- Wek konferans, em bang li Neteweyên Yekbûyî, li dewletên ev peyman îmze kirine û hemû rayedaran dikin û dibêjin ku konferanseke din li dar bixin û peymana nû a bi heqî ya li gor rastiya herêmê îmze bikin.

3- Konferansa Têkoşîna Azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê, xebata bingehîn bingehîn a li dijî dagirkirin û dabeşkirina bi her awayî ya Kurdistanê dibîne û silav dike.

4- Konferans, gelê Asûrî-Suryan-Keldanî yê mexdûr ê ji Peymana Lozanê zerar dîtiye û hemû gelên li Kurdistanê dijîn wek mexdûr dibîne û silav li têkoşîna azadiyê ya van gelan dike.

5 – Konferans, li berjewendiyên Başûrê Kurdistanê difikire û piştgiriya xebat û çalakiyên ji bo rotasyona herêmên di destê dagirkeriyê de dike û pê re mijûl dibe. 

6 – Konferans, piştgiriya ketina bi pey statuya fermî ya Rojavayê Kurdistanê û xilaskirina axa di destê dagirkeriyê de, dike.

  7- Konferans, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk e. Li dijî van êrîşan silavan li berxwedana gerîlayên azadiyê dike.

8 – Konferans, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bang li OPCW’yê û hemû hêzên navneteweyî dike li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk xwe ker nekin.

9 – Konferans bang dike ku gelê Kurdistanê hemû partî, sazî û nûneriyên xwe hêzdar bike û li ber êrîşên dagirkeran û planên wan ên bi dijminahî rabe. Di qada navneteweyî de jî em bi hev re deng derbixin û bi yek dengî doza Kurdistanê bi cîhanê bidin bihîstin.“

DI SALA 100’EMÎN DE WÊ SALEKÊ LI SER HEV ÇALAKÎ WERIN KIRIN

Di dawiya danezanê de hat diyarkirin ku wê piştgiriya çalakiyên wê ji aliyê Komîteya Sala 100’emîn a ku wê sala 100’emîn a Peymana Lozanê li ser hev bike

Xebatên ku wê komîte, di çarçoveya çalakiyên sala 100’emîn a Peymana Lozanê de organîze bike, wiha hatin rêz bi rêz kirin;

  • Wê ji 22’yê Mijdarê û pê de panel, pêşangeha wêneyan û gotûbêj werin kirin.
  • 22’yê Tîrmehê wê bi şiara ‘’Di sala 100’emîn a Lozanê de 100 Kurd diçin Lozanê’’ meş û mîtîng werin lidarxistin.
  • 23’yê Tîrmehê wê bi tevlêbûyîna hemû sazî û kesayetên Kurdistanî, konferansek were lidarxistin.
  • 24’ê Tîrmeha 2023’yan li cihê peyman lê hatiye îmzekirin, wê encamnameya kongreyê were xwendin.

Konferans bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Kurdistanê ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.