‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeyên Qamişloyê bi daxuyaniyekê bang li ciwanên li hundir û derveyî welat kir ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin û vegerin welat da ku parastina wê bikin û li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin.

‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
‛Divê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe yên dîrokî rabin’
23 tîrmeh, 2022   11:40
QAMIŞLO

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê daxuyaniyek hevbeş da û di daxuyaniyê de hate gotin ku ew pabendî xeta şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan in. Daxuyaniya hevbeş li navçeyên cuda yên Qamişloyê hate xwendin.

Li Tirbespiyê endamên Şerîfe Osê bi zimanê kurdî û Şehed Osê bi zimanê erebî li Çerxerêya Azadî daxuyanî xwend, li navçeya Çilaxa jî endama ciwanên meclisê Hesen Nofel Xeyal li pêş Çerxerêya Şehîd Mashûm daxuyanî xwend. Her wiha li Til Hemîsê jî endamê rêveber ê Komîteya Ciwan û Werzîşê Etaullah Salim li pêş Çerxerêya Şehîdan û li Til Birakê jî endamê rêveber ê meclisê Ebdurezaq Salim li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi rasthatina salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku stûnên wê hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku xwe dispêre fikrên rêber Ocalan ku êdî bûye modeleke biratiya gelan û bingehek ji bo pêşeroja Sûriyê û ji hemû sûriyan re."

Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: "Em ciwan xwedî vîn, zanabûn û ruhê neteweyî ne ku xwe dispêrin fikrê rêber Ocalan. Ji lew re em ê xwedî li xeta şehîdan û fikrê rêber Ocalan derkevin û dê xwe bispêrin hemû rêbazên guncaw ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bikin."

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurd ên li welat û derve hate kirin ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin, li hembêza welat vegerin û parastina wê bikin.

Her wiha bang li tevahî saziyên demokratîk ên ciwanan li cîhanê hate kirin ku bi doza adilane re bin û destekê bidin modela Rojavayê Kurdistanê ku pêşengtî di rêvebirin û têgeha biratiya gelan de dike û li hember Erdogan û çeteyên wê disekine.

Di dawiyê de wiha hate gotin: "Em keç û xortên Rojava bi hemû aliyên xwe yên neteweyî û mezhebî li gel hêzên xwe yên leşkerî heta serkeftinê bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rN_3h-SUzIA" title="شبيبة عوائل الشهداء يدعون الشباب للقيام بمسؤولياتهم التاريخية ضد هجمات الاحتلال التركي - تل براك" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QNuxBNmKA4g" title="شبيبة عوائل الشهداء يدعون الشباب للقيام بمسؤولياتهم التاريخية ضد هجمات الاحتلال التركي - تل حميس" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bU52rf0nsi8" title="شبيبة عوائل الشهداء يدعون الشباب للقيام بمسؤولياتهم التاريخية ضد هجمات الاحتلال التركي - جل اغا" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>