​​​​​​​Balafirên Rûsyayê 30 caran çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên derbasbûyî de 30 caran herêmên çolistan ên ku çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê 30 caran çolistana Sûriyê bombebaran kir
23 tîrmeh, 2022   10:36
NAVENAD NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê 30 êriş li dijî herêmên çolistan ên Resafe, başûrê rojavayê Reqa, derdora herêma Eseriyê ya li bakurê rojhilatê Hemayê ku çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, pêk anîn. Agahiyên der barê kuştî û birîndaran de tune ne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji destpêka mehê ve tevî êrişên dawîn, 180 êrişên hewayî pêk hatine.

(eh)