Şêniyên bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê li dijî dagirkeran rabûn

Şêniyên bajarokê Til Helef ê başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, îro li dijî kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî wan derketin xwepêşandanê.

Şêniyên bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê li dijî dagirkeran rabûn
23 tîrmeh, 2022   09:09
HESEKÊ

Li hember binpêkirin û sûcên ku rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî tên kirin, vê sibehê li bajarokê Til Helef ê başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî xwepêşandanek hate lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şêniyên bajarok li dijî çeteyên " Melêk Şah" rabûn û banga derketina wan ji gund û rawestindina sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan kirin.

Pêncşema borî jî li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di navbera çeteyên "Melêk Şah" û çeteyên "El-Miwalî" de şer derketibû û 2 zarok birîndar bûbûn.

ANHA