Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê: Me rêvebirina welat ji sivîlan re hişt

Cîgirê serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Mihemed Hemdan Delqo got Meclisa Serdestiyê biryar daye ku rêvebirina welêt ji sivîlan re bihêlin û dê artêş ji erkên neteweyî re bixebite.

Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê: Me rêvebirina welat ji sivîlan re hişt
23 tîrmeh, 2022   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Mihemed Hemdan Delqo duh bi daxuyaniyekê îşaret bi rewşa siyasî ya welat kiribû û gotibû wan desthilat radestî sivîlan kiriye û hêzên fermî jî bi erka xwe rabin.

Her wiha Delqo diyar kiribû ku ew planên li dijî Sûdanê dişopînin û li dijî xetereyên li ser welat banga hevgirtinê dikin. Di heman demê de soza sererastkirina sîstema leşkerî û ewlehî ya Sûdanê û pêkanîna Peymana Cobayê dabû.

Li aliyekî din jî di daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî û siyasî kiribû ku saziyên demkî ava bikin û hilbijartinên azad li dar bixin.

Di 4`ê Tîrmehê de serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Ebdulfetah Burhan ragihandibû ku ew ê Meclisa Serdestiyê were rakirin û meclisa bilind a hêzên çekdar ku ji artêşê û piştgiriya bilez pêk tê, were avakirin.

(eh)