Rojnameyên erebî: Şandeyeke Rûsya serdana Siwêdayê kir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa serdana şandeyeke Rûsya ji Siwêdayê re, têkiliyên Siûdî-Îran û rewşa Tûnisê kirin.

Rojnameyên erebî: Şandeyeke Rûsya serdana Siwêdayê kir
23 tîrmeh, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ DERAYÊ, ŞANDEYEKE RÛSYA SERDANA SIWÊDAYÊ KIR

Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Duh hate ragihandin ku efserekî rûsî yê ji Navenda Lihevhatinan a Himêmîm a parêzgeha Lazîqiyê ya beravên Sûriyê, tevî hejmareke efseran û endamên Polîsên Leşkerî yên Rûsya serdana herêma başûrê Sûriyê kiriye û bi mezinên rûspiyên parêzgeha Siwêdayê Luey El-Etreş re civiyaye.

Edîtorê Tora “Siwêda 24” Reyan Marûf ji rojnameyê re got, hevdîtina bi El-Etreş re ku bi “Mîrê Dar Ura” tê nasîn, li bajarokê Qerya yê Siwêdayê roja duşemê pêk hatiye. Her wiha diyar kir ku rayedarê rûsî yê li herêma başûrê Sûriyê daxuyandiye ku efserê ji aliyê Navenda Lihevhatinan a Rûsya ji bo herêma başûr nû hatiye erkdrakirin û li herêmên lihevhatinan ên parêzgeha Derayê beriya çend rojan serdan pêk anîne, bi hêzên aktîv re civiyaye û piştre berê xwe daye Siwêdayê û li wir tevî El-Etreş bi hejmareke rûspiyên herêmê re hevdîtin kiriye. Her wiha daxuyand Navenda Lihevhatinan a Himêmîmê xwestiye ku nakokiya ji 2020`an di navbera bajarokên Qerya û Busra Şam di navbera komên çekdar ên xwecih ên ji Siwêdayê û hêzên Lîwaya 8`an a piştgiriyê ji Himêmîmê digire de dewam dike, bê çareserkirin. Her wiha behsa dewriyeyên Rûsyayê bi taybet li ser sînorên Sûriye-Urdinê hatiye kirin.

Çavkaniyekî xwecihî demeke berê ji rojnameyê re gotibû ku şandeyeke leşkerî ya Rûsya roja yekşemê serdana Derayê kiriye û bi hejmareke hêzên aktîv ên li herêmê re civiyaye, her wiha serdana herêmên Busra Şam kiriye.

ÎRAN GIRÊDAYÎ DIYALOGA BI SIÛDÎ EREBISTAN RE YE

Der barê têkiliyên Îran-Siûdî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di demekê de ku Siûdî Erebistan bêdeng e, Îran dibêje ku diyaloga di navber wê û Riyadê de berdewam e û wê ji nepeniyê derkevin, eşkere bibin û ji dozên ewlehiyê bibin dozên siyasî.

Çavdêran da zanîn ku bêdengiya Siûdî Erebistan, ligel nakokiyên di navbera herdu welatan de li herêmên cuda bi taybet li Yemenê, hişyarbûna wê li hember nêzbûna ji Îranê nîşan dide û çi axaftina li ser diyalogê dê weke qebûlkirina çalakiyên Tehranê were nîşandan. Nemaze civînên berê li dar ketine tu bandorek li reftarên Îranê û baskên wê li hember berjewendiyên Siûdî Erebistanê nekirine.

Li gorî çavdêran, Îran krîzeke din dijî û dixwaze pê mjiûl bibe, ew jî êrişên Îsraîlê yên li dijî wê yên li Sûriyê, hedefgirtina projeyên wê yên nukleerî li Îranê û tesfiyekirina karkerên wê ye. Tehran dixwaze di dan û standinên bi Siûdî Erebistan re coşa xwe nîşan bide, da ku nekeve hevbendiya herêmî ku Washington hewl dide li dijî Îranê ava bike. Ev hevbendî jî li gel dewletên Kendavê bê coş e."

TÛNIS: BERIYA REFERANDÛMÊ PROPAGANDAYA HILBIJARTINAN RAWESTIYA

Têkildarî rewşa Tûnisê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Li Tûnisê hemleya propagandaya hilbijartinan bi dawî dibe, da ku referandûma ji bo reşnivîsa destûra nû bê lidarxistin. Lê xebata dengdayînê jî li derveyî welat didomin. Serokê Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Farûq Bo Esker got di dîroka Tûnisê de hejmara dengdêrên 9 milyonan derbas dike.

Tê payîn ku heta girtina navenda dawîn a dengdayînê, propagandaya hilbijartinan bê rawestandin. Lê belê dengdayîn ji saet 6:00`ê sibehê heta 10:00`ê êvarê dewam dike.

Tê çaverêkirin ku encamên destpêkê yên referandûmê sêşemê werin ragihandin. Çavdêr jî destnîşan dikin ku referandûm pêşeroja welat û komareke nû diyar dike."

(fr)