Roja duyemîn a Fourma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir

Roja duyemîn a Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo tê lidarxistin, dest pê kir.

Roja duyemîn a Fourma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
23 tîrmeh, 2022   07:57
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a fourmê de jî bi dehan çalakvan, hunermed, siyasetmedar û rêveberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek enteryonalîstên di 10 salan de tev li şoreşê bûne, beşdar bûn.

Li gorî bernameya forumê, dê îro werşeyên xebatê yên li ser "Pêşengiya jinan di guhartin û veguhertina civakî de", "Têkoşîna jinan li qadên siyasî û hiqûqî", "Pêwîstiyên me ji bo pêşxistin, parastin û pêkanîna mafên jinan” û "Pêşxistina aboriya jinan li hember siyaseta xizaniyê" werin lidarxistin û dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Fourm ji du rûniştinan pêk tê; ya yekemîn bi navnîşana "Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve, bandora şoreşê li têkoşîna jinan” e. Ev rûniştin dê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metlî, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf û endama Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat Selwa Qîqa ve were birêvebirin.

Di rûniştina duyemîn de jî dê endama Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen, endama Kongra Star Rûken Ehmed û aktîvîsta lubnanî Namir Bedredîn encamên fourmê û berspektîfên têkildarî plansazî û pêşerojê nîqaş bikin.

Tê payîn ku Fourma Şoreşa Jinan bi encamnameyekê têkildarî şoreş û têkoşîna jinan bi dawî bibe.

Bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kiribû.

(eh)

ANHA