Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 kesên din bi Korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 10 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 kesên din bi Korona ketin
23 tîrmeh, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 10 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine.

Li gorî desteyê, 7 jin û 3 mêr li herêma Cizîrê bi Koronayê ketine.

Bi van rewşên nû re, hejmara giştî pêketiyên Koronayê 38 hezar û 603 ye.

(fr)