​​​​​​​Roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinan bi dawî bû

Di rûniştina duyemîn a Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bal hat kişandin ser sûcên qetilkirin û revandina jinan ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tîne. Beşdarên forumê anîn ziman ku divê rizgarkirina herêmên dagirkirî di rojeva wan a sereke de bimîne.

​​​​​​​Roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinan bi dawî bû
22 tîrmeh, 2022   16:34
QAMIŞLO

Roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinan ku li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi rûniştina duyemîn bi dawî bû.

Rûniştina duyemîn ji 3 mijaran pêk hat, "Rola YPJ'ê di parastina şoreşê û pêşxistina wê de, rewşa jinan li herêmên dagirkirî û berxwedana wan û êrişên bîrdozî yên li ser jinan".

Rûniştin bi nîşandana sînevîzyonekê li ser berxwedana YPJ'ê ya parastina herêmê dest pê kir.

'PARASTINA ERDÎNGARIYA SÛRIYÊ EKÊN ME YÊN PÊŞÎN E'

Mijara yekemîn a li ser rola YPJ'ê di parastina şoreşê û pêşxistina wê de ji aliyê fermandara YPJ'ê Jiyan Tolhildan ve hate birêvebirin.

Jiyan Tolhildan lidarxistina forumê li tevahî jinan û şehîdên azadiyê pîroz kir û got: "Civak bi giştî xwedî dîrokên tijî kesayetên jin ên têkoşer û pêşeng e. Ji wan xelekan, berxwedana Şoreşa Rojava ye ku bi pêşengtiya şehîdên pêşeng Sara, Arşîn, Roksan, Tohildan û Rohman dest pê kir. Van têkoşeran ji bo xilaskirina civakê ji zihniyeta radîkal a baviksalarî canê xwe feda kirin."

Jiyan Tolhildan bal kişad ser rola pêşeng a YPJ'ê di şoreşê û parastina civakê ji êrişên terorîst û dagirkerî de û got: "Armanca sereke ya YPJ'ê parastina civakê û erdîngariya Sûriyê bi giştî ji çeteyan e. Şervanên YPJ'ê civak ji zihniyeta radîkal a paşverû û siyaseta dewletê ya ku jinan ji hemû mafên wan ên rewa bê par hiştibûn, parastin."

Jiyan Tolhildan diyar kir ku di dirêjahiya şoreşê de bi hezaran şervanên azadiyê canê xwe gorî kirin, li derdora xaka xwe kom bûn û di eniyên şer de xwe îsbat kirin bêyî cûdahiyê bixin navbera pêkhate û erdîngariyê. Her wiha got, jinan ji bo avakirina civakeke exalq û polîtîk tê koşiyan.

Fermandara YPJ'ê Jiyan Tolhildan got: "Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin û projeya neteweya demokratîk li herêmê misoger bikin. Di radeya yekemîn de ji hemû jinan tê xwestin tê bikoşin ji bo rêgez û bingehên xweparastinê di kesayeta hemû welatiyên di nav civakê de werin rûniştandin."

DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BI ISRAR Û VÎNA JINAN HATIN BIDESTXISTIN

Têkildarî rewşa jinan li herêmên dagirkirî û berxwedana wan endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Mirovan Aynûr Paşa axivî û îşaret bi bandora şoreşa 19`ê Tîrmehê di pêkanîna azadiya jinan de kir û got: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin. Ji ber ku jin roleke pêşeng û sereke tê de lîst. Cihê xwe di hemû astên siyasî, leşkerî, rêveberî, dîplomatîk û dadwerî de girt. Bi rêya wê, cihê xwe di rêveberiyên xweser û sivîl de girt ku bi tevlêbûn û têkoşîna jinan ava bûn. Her wiha şiyana xwe di prastina şoreşê de jî îsbat kir ku pêşengiya wê û destkeftiyên wê kir ên ku bi saya israr û vîna wê ya çalak bi dest ketin.”

Aynûr Paşa teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ewlehiya li herêmê ne rihet bû bi taybet piştî binkeftina DAIŞ`ê, ji ber wê êrişî herêmê kir, da ku vîna jinên têkoşer têk bibe.

SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ JINAN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Aynûr Paşa balkişand ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî kir û got: “Ji hevdîtinên me bi jinên revandî re çêkirine piştî ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker serbest hatine berdan, diyar bû ku rastî îşkenceya bedenî û derûnî hatine. Jinan teqez kir ku di girtîgehan de tecawîz li wan hatiye kirin. Her wiha gotin çeteyên dagirkeriya Tirk, jinan û zarokan direvînin da ku orgenên wan bifroşin.”

Aynûr Paşa, daneya sûcên dagirkeriya Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir û got: “Çeteyan 600 hezar kes ji şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî revandin ku piraniya wan Kurd in, ji sedî 60 jin û zarok in. Her wiha bi hezaran jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî birîndar bûne.”

Aynûr Paşa destnîşan kir ku Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya têkildarî Sûriyê 70 bûyerên destavêtina jinan û zarokan li Efrîna dagirkirî, 30 bûyer li Serêkaniyê û bi sedan bûyerên revandinê belge kirin ku li wan hovantirîn îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine kirin.

Li gorî daneya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, ji sala 2018`an heta 2022`yan 118 jin hatine qetilkirin, 216 jin hatine revandin, 212 jin birîndar bûn, 117 zarok hatin kuştin û 64 jî hatin revandin, het wiha 252 zarok birîndar bûn.

ÊRIŞA ÎDEOLOJÎ KU ŞOREŞA JINAN DIKE HEDEF

Di beşê dawîn ê bi navnîşan “Êrişa îdeolojî ya li dijî şoreşa jinan çi ye?” de endama Aakdemiya Jineolojî Zahide Mamo axivî û got: “Di serdema pergala kapîtalîst  de, êrişên li dijî civakê, vîna civakê û jinan zêde bûn. Lê ji 2011`an ve, ji destpêka şoreşê ve, gelek pêşketin çêbûn. Jinan di hemû waran de nasnameya xwe nas kir. Ji cîhanê re bûn mînak. Qanûna jinan di cihekî de ku birêxistinkirina jinan kêm e, derxist.”

Piştî bidawîbûna her sê beşan, beşdaran gotûbêj kirin û pêwîstiya pêxistina fikrê jinên azad teqez kirin ku misogeriya pêşxistina civakê ye.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li ser asta Rojhilata Navîn sibe berdewam bike. Wê beşên sêyemîn û çaremîn werin lidarxistin. Dê encamên forumê werin nîqaşkirin da ku perspektîf û encameyek were diyarkirin.

ANHA