​​​​​​​Foruma Jinan dest pê kir

Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li Qamişloyê dest pê kir.

​​​​​​​Foruma Jinan dest pê kir
22 tîrmeh, 2022   08:33
QAMIŞLO

Fourma Şoreşa Jinan li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê tê lidarxistin. Fourm ji aliyê Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve tê organîzekirin.

Gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen, hiqûqnas û fermandar tev li forumê bûne; ji Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif, hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa, hevseroka PYD`ê Asya Abdullah, Rojda Dendare ji Brazîlê û li ser asta Rojhilata Navîn jî dê hin jin bi online tev lê bibin.

Forum dê 2 rojan dewam bike. Di roja yekemîn de dê 2 rûniştin çêbin. Ya yekemîn nirxandina şoreşa jinan di 10 salan ve û di rûniştina duyemîn de jî dê rola YPJ di parastina şoreşê û pêşxistina wê de, rewşa jinan li herêmên dagirkirî û berxwedana wan bên nîqaşkirin.

Di roja duyemîn de jî wê werşeyên xebatê yên li ser "Pêşengiya jinan di guhartin û veguhastina civakê de" û "Têkoşîna jinan li qadên siyasî û hiqûqî" û "Gelo pêdiviya me bi çi heye ku mafên jinan biparêzin, bi pêş bixin" û "Pêşxistina aboriya jinan li hember siyaseta xizaniyê" werin lidarxistin.

(eh)

ANHA