Komkujiya Zaxo li Silêmaniyê hat şermezarkirin

Hizba Kominîsta Karkerên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk û komkujiya li Zaxo çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de hat xwestin gel li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk rabin.

Komkujiya Zaxo li Silêmaniyê hat şermezarkirin
21 tîrmeh, 2022   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li Silêmaniyê ji aliyê Hizba Kominîsta Karkerên Kurdistanê ve çalakiyek li dijî êriş û komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê pê khat.

Di çalakiyê de pankartên li dijî êrişên dewleta Tirk, hatin hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Hizba Kominista Karkerên Kurdistanê daxuyaniyek ji aliyê Mehmud Helaq ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrişên dewleta Tirk a faşist bi armanca berfirehkirina sinorên desthilata xwe dike. Ji bo vê yekê pêkbîne jî amadeye jiyana bi sedan û hezaran welatiyên sivîl bixe metirsiyê û wan bike qurbanî. Dewleta Tirk van sucên xwe li ber çavê hêzên wek Amerîka, Netewên Yekbûyî, hikûmeta Iraq û Herêmê dike. Divê gel li dijî van êrişan rabe.”