Meclisa Gaziyan: Ew parçeyê laşê me yê mayî jî em ê ji bo azadiya gelê xwe feda bikin

Meclisa Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya civîna xwe ji raya giştî re parve kir. Meclisê diyar kir ku “Em ê li hember dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi hemû hêza xwe bisekinin û ew parçayê laşê me yê mayî jî em ê ji bo azadiya gelê xwe feda bikin.”

Meclisa Gaziyan: Ew parçeyê laşê me yê mayî jî em ê ji bo azadiya gelê xwe feda bikin
20 tîrmeh, 2022   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamnameya civîna Meclisa Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatên saziyê yên 2 salan hatin nîqaşkirin, her wiha îşaret bi gefên li ser herêmê hate kirin û hate gotin: “Wek Meclisa Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me biryar da ku em li hember dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi hemû hêza xwe li hemberî êrişan bisekinin û ew parçeyê laşê me yê mayî jî em ê ji bo azadiya gelê xwe feda bikin. Bê dudilî em ê erka dikeve ser milê me heta dawiyê pêk bînin. Soza me daye şehîdan û gelê xwe, em ê hetanî serkeftinê pêk bînin.”

Di encamnameyê de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî hate pîrozkirin û hate gotin: “Şoreşa 19 Tîrmehê ji bo jinan bu nefeseke azadiyê û hêvî û jinan bê teredud cihê xwe di nava kar û xebatan de girt.”

Di berdewamê de hate gotin: “Di şerê li dijî DAIŞ’ê de YPJ bû semola wêrekî û berxwedanê, ji Kobanê heya Baxozê ji çeteyan hate paqijkirin, hêzên me YPG, YPJ Û QSD bi fedakariyeke pir mezin li hemberî hemu êrişan şev û roj di çeperan de ji bo gel û axa xwe biparêzin. Bi taybet Şoreşa 19’ê Tîrmehê temsîliyeta Rêveberiya Xweser dike, ew bû navnîşana demokratîk, ji hemû pêkhateyan re û ji bo hemû gelên bindest. Em ê bi îradeya gelê xwe u fikrên rêber Apo bi ser bikevin.”