El-Miqdad: Dê êrişeke muhtemel ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad got "Ger dewleta Tirk êrişî xaka Sûriyê kir dê ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe." Her wiha da zanîn ku ew siyasetên tirkkirin û avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî red dikin.

El-Miqdad: Dê êrişeke muhtemel ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe
20 tîrmeh, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve û Penaberan ê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad di civîneke çapemeniyê ya li gel wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan de li Tehranê, got: "Ger çi êrişeke dewleta Tirkiyê li ser xaka Sûriyê çêbe, wê ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe."

El-Miqdad wiha domand: "Em siyasetên tirkkirinê û destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyê de red dikin, her wiha em li dijî avakirina avahiyên mêtingeriyê û dibistanên Tirkiyê yên li ser axa me ne. Divê hemû hêzên biyanî yên ku bi awayekî neqanûnî li ser xaka Sûriyê ne, derkevin."

El-Miqdad diyar kir ku ne ji berjewendiya dewleta Tirk e ku êrişekê li dijî Sûriyê pêk bînin. Ji ber ku ew ê nakokiyan biafirîne û bandorê li têkiliyên her du gelan bike.