Yekitiya Avahîsazan a herêma Firatê destek da hemleya partiyên siyasî

Yekitiya Avahîsazan a Odeya Bazirganiyê ya TEV-DEM’ê ya herêma Firatê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin û destek da hemleya partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ferzkirian qedexeya hewayî li herêmê.

Yekitiya Avahîsazan a herêma Firatê destek da hemleya partiyên siyasî
20 tîrmeh, 2022   11:16
KOBANÊ

Têkildarî mijarê Yekitiya Avahîzan a Odeya Bazirganiyê ya girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê daxuyaniyek da. Hevsseroka Odeya Bazirganiyê ya herêma Firatê Meyade Baqî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên serweriya Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk binpêkirina serweriya Sûriyê berdewam dikin, welatî û taxên niştecihan bi awayekî bêserûber hedef digire û rêgez û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Yekitiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike û bi wê armanc dike ku ewlehî û îstîqrara li herêmê xira bike, bi rêya komên çekdar sûcên şer li dijî sûcên şer pêk tîne.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser koçberiyê û guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne.

Her wiha gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê şermezar kirin û tekez kir ku ew destekê dide hemleya partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girtina qada hewayî ya herêmê, da ku pêşî li êrişeke dewleta Tirk a li ser herêmê bigirin.

Yekitiyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî aktîf bixebitin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku kiryar û sûcên xwe yên li Sûriyê bi dawî bike.

(fr)

ANHA