Kongra Star sûcên kuştin û xwekuştina jinan şermezar kirin

Kongra Star sûcên kuştin û xwekuştina jinan ên ku encama zihniyeta baviksalariyê ne, ku herî dawî jî jinekê li Dirbêsiyê ji ber zextên derûnî xwe kuştibû, şermezar kirin. ‎

Kongra Star sûcên kuştin û xwekuştina jinan şermezar kirin
20 tîrmeh, 2022   10:28
HESEKÊ

Duh sêşemê (19`ê Tîrmehê) li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ber zextên derûnî jineke 22 salî xwe kuşt.

Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Kongra Star bi beşdarbûna dehan jinên navçeyê bûyera xwekuştinê şermezar kir û ‎got: "Em van sûcên xwekuştina jinan ku di çend mehên dawîn de zêde bûne şermezar ‎dikin. Duh Rexed Xidir Sarî (22) ku zewicî bû û dayika 2 zarokan bû xwe kuşt. Rexed ji ber pirsgirêkên malbatî û zextên derûnî ev sûc li djiî xwe pêk anî.”

Daxuyaniya ku endama Kongra Star Lava Xelîl li pêş navenda Kongra Star a li navçeyê xwendiye, bal kişand ser vî tiştî ku jin di civakê de ji ber zihniyeta baviksalariyê azaran dikişînin û wiha dewam kir: “Bi vê zihniyetê dixwazin vîna jinan bişikînin, xwestekên wan yên azadiyê têk bibinû bi rêya lêdan û heqaretê zexta derûnî li ser wan dimeşînin. Di encamê de gelek bûyerên xwekuştin û qetilkirinê çêdibin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruxmî jin di şerê mezin ê hebûnê de bi ser ket û di rewşên zehmet zanista bingehîn ava kir, di tevahî aliyên siyasî, civakî, aborî, leşkerî de pêşengî kir, lê hîna jî desthilata baviksalariyê dijberî jinê ye û dibe sedema kuştina û xwekuştina jinan vedike.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de hemû sûcên hovane yên ji derveyî nirxan şermezar kir û bang li tevahî sazî, malbat û eşîran kir ku li dijî zihniyeta baviksalarî û desthilatiyê bisekinin û sûcên li dijî jinan bi dawî bikin. ‎

Her wiha Kongra Star bang li tevahî jinan kir ku şerê zihniyeta baviksalariyê bikin û bi rêya ‎rêxistin û saziyên têkildarî kar û barên jinan, li hemberê bisekine.

ANHA