Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê salvegera 10`emîn a şoreşê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîvana jiyana hevbeş li gorî felsefeya neteweya demokratîk esas girt.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
19 tîrmeh, 2022   14:01
TEBQA

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê li pêşiya avahiya meclisa partiyê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Cîgira serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Fatma El-Elî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di sala 2012`an de li Kobanê, Efrîn û Cizîrê dest pêk kir û paşê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, pêşwazî dikin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser esasê pîvan û nirxên Serhildana 2004`an de hate destpêkirin.

Gelê me bi pêkhateyên cûda li Sûriyê salên dirêj ji têkoşînê jiyan. Vê yekê jî şoreşa rast û pêwîstiya gelê Sûriyê veguherand siyasî demokratîk û taybetmendî û nirxên civakê yên çandî, dîrokî û olî parast.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîvana jiyana hevbeş li gorî felsefeya neteweya demokratîk û xeta sêyemîn esas girt. Bi vê yekê dev ji desthilatdariyê berda mîna aliyên din ku red dikin dev ji hişmendiya înkar û siyasetên paşguhkirinê bernadin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê tundiya li dijî hemû pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmenan bi dawî kir. Piştî 10 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî pêkhateyên gelê me li derdora pîvanên vê şoreşê kom dibin ku têkoşîna demokratîk ji bo guhertina li Sûriyê li ser esasê beşdarbûna hemû pêkhateyên hilbijartiye.

Ji destpêka vê şoreşê ve gelek hewldan û proje derketin da ku vê şoreşê bifetisînin. Dewleta Trik bi çeteyên xwe dest bi rêbazên cûda kir da ku vê şoreşê asteng bike. Lê heta roja îro jî û tevî zehmetiyên dagirkirin û koçberkirina bi darê zorê jî di vê yekê bi ser neket û şoreş hê jî bi hêza gelê xwe û berdêlên wan didome. Ev jî misogeriya pêkanîna serkeftineke mezin e.

Piştî 10 salan ji Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyên dîrokî ji gelên herêmê re hatin bidestxistin. Em rojê li em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî pîroz dikin.

Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan û berdêlên wan bin.

Em bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor, saziyên navneteweyî, hiqûqî û mirovî dikin ku erka xwe li hember herêmê û sûcên şer, qirkirina ku li herêmên dagirkirî tê kirin, pêk bînin û paratina aramî û ewlehiya herêmê bikin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji kûrahiya çanda vê herêmê û bîranînên wê yên siyasî ku baweriya wê bi azadiyê û berdêlan di oxira bidestxistin maf û avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng, tê."

ANHA