​​​​​​​Panorama hefteyê: Siwêdayî nameyeke hişyarî da hikumeta Şamê

Tevgera Rîcal El-Kerama ya li Siwêdayî nameyek ji hikumeta Şamê re şand, tê de banga başkirina rewşa debarê û ya ewlehiyê li herêmê kir. Her wiha hişyarî da ku ew ê bêdeng nemînin. Têkildarî Lîbyayê jî welatiyên herêmê metirsiyên xwe ji vegera rewşa tevlihevî û şerê navxweyî nîşan dan, nexasim li gel nîşaneyên derketina parçebûnê di navbera milîsan de yên ku her yek ji wan girêdayî aliyekî siyasî ye.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Siwêdayî nameyeke hişyarî da hikumeta Şamê
17 tîrmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa aloziya li Siwêdayî, rewşa lîbyayê û hilweşînê nirxê euroyê kirin.

‘RÎCAL EL-KERAME JI REJÎMA SÛRIYÊ RE: ÊDÎ SEBRA ME NEMA’

Têkildarî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Fermandarê giştî yê Tevgera Rîcal El-Kerame ya li Siwêdayê Yehya El-Hecar di civîna beriya 2 rojan a li Siwêdayê de, peyamek da rejîma Sûriyê. Di civînê de endamên parlamentoyê (Meclisa Gel) û şêxên durzî, kesayetên oldar, siyasî, civakî û rûspiyên herêmî yên Siwêdayê amade bûn. Di peyamê de bang kir ku deng û mafê gel bigihînin aliyên peywendîdar û got dewleta Sûriyê mafê Siwêdayê xwariye. Her wiha bi bîr xist ku şêniyên Siwêdayê her tim xwedî rûmet bûne û dewletê mafê gel û mafê Siwêdayê xwariye, lê belê êdî sebra wan nemaye û nikarin tehemûl bikin. Nexasim ku rewşa xelkê hem li Siwêdayê, hem jî li seranserê Sûriyê xirab e û bi birçîbûn, xizanî û nebûna aramî û ewlehiyê re rû bi rû ne, sedema wê jî dewlet e. El-Hecar her wiha piştrast kir ku ew hîna banga xweragirtin û arambûnê dikin, lê belê ew ji rewşa heyî ne razî ne, dê destgirêdayî nemînin û dê li herêmê guhertin pêk werin. Her wiha gotibû eger pêwîst bike, ew dikarin guhertin û sererastkirinê çêkin.

Tevgera ‘Rîcal El-Kerame’ mezintirîn koma çekdar a xwecih a li Siwêdayê ye, sala 2013`an ji aliyê şêx Ebû Fehid Wehîd El-Belûs ve hatibû damezirandin. Armancên wê; parastina Siwêdayê û şêniyên wê ji hemû gef û xetereyên hemû aliyan in û rêgirtina li ber gendeliyê ye. Sedema sereke ya damezirandina vê tevgerê, djiberiya li hember leşkerkirina ciwanên Siwêdayê di nava artêşa Sûriyê de bû piştî derketina şerê Sûriyê. Civaka xwecih û nexasim ciwan, destekê didin pîvan û armancên tevgerê.”

‘METIRSIYÊN VEGERA REWŞA TEVLIHEVIYÊ LI LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsîn: "Li paytexta Lîbyayê di 2 rojên borî de komên çekdar bi awayekî berfireh belav bûn. Welatiyên herêmê metirsiyên xwe ji vegera rewşa tevlihevî û şerê navxweyî nîşan dan, nexasim li gel nîşaneyên derketina parçebûnê di navbera milîsan de yên ku her yek ji wan girêdayî aliyekî siyasî ye.

Hejmareke fermandarên milîsan da ku hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa erka xwe li paytexta Lîbyayê Terablusê wernegire, gefa bikaranîna hêzê xwar.

Fermandarên milîsên çekdar ên li Terablusê bi daxuyaniyekê ji hundirê meydana şehîdan de diyar kirin ku ew li dijî hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Başaxa ne û gotin, "Her kesê derbasî Terablusê bibe em ê li pêş bisekinin." Ev yek jî piştî civînan serokên milîsên çekdar di demeke berê de li baregeha Ebû Site ya rojavayê Terablusê, pêk hat. Di civînê de li ser mekanîzmeya ku nehêlin hikumeta Lîbyay derbasî paytextê bibe, girtina gelek rêyên sereke ji wan jî rêya beravê û rêya balafirgehê, hatin nîqaşkirin.

Li gorî çavdêrên herêmî, kesên beşdarî civînê bûne tekezî bi diruşmên ji hêla serokê hikumeta Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe ve yên der barê hilbijartinan û rêvebirina karûbarên hikumetê de dihatin hildan, kir û got hilbijartin deriyê yekane yê krîza siyasî li welat e û ew bi tundî merheleya nû ya demkî ji Lîbyayê re red dikin.

Li gorî çavkaniyên xwedî agahî ji rojnameya El-Beyan re eşkere kiriye, civîn bi koordînakirina aliyên hikumetê re li dar ket, da ku bersivê bide daxuyaniya Fethî Başaxa. Ji ber Fethî Başaxa got hemû rêyên ber bi Terablusê ve vekirîne û ew yekser erkên xwe ji Sertê ve dike û gelek bangewaziyên erênî jê re hatin ku derbasî paytextê bibe."

YEKEMÎN WINDAHIYÊN EWROPA JI ŞERÊ UKRAYNAYÊ: DAKETINA NIRXÊ EURO

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Ewropayê got: “Sêşemê nirxê euro daket û bû dolarek. Ji beriya 20 salan de ev rêjeya herî kêm e ku hatî tomarkirin. Ev mezintirîn windahiyên Ewropayê ji şerê Ukraynayê ye, hewldana wê ya ferzkirina cezayan li Rûsya û xeteriyên qutkirina gaza Rûsya li ser aboriya Ewropayê ye.

Çavdêr dibêjin ku ji ber şerê Ukraynayê, li Ewropa metirsiyên kesadiyê zêdetir dibin û eger hikumeta Rûsya biryara rawestandina gaza xwezayî bo Almanya û Ewropayê bide, dibe ku kesadî çêbibe.

Ji ber krîza enerjiyê ya mezin li Ewropayê, li sûkan metirsî serwer e. Bi taybet derbarê jinûve radestkirina gazê piştî taloqkirina wê ji aliyê Rûsya ve, ev rewş metirsiyên sekaniya aborî li Ewropayê zêde dike.

Aborînas William De Vijlder hişyarî da ku daketina nirxê euro li hemberî dooldar dê geştiyariyê li Ewropayê bi awayekî berçav kêm bike, nexasim li Amerîkayê.

Dê Banka Navendî ya Ewropayê jî di şidandina siyaseta xwe ya darayî ya li dijî enflasyonê de zehemtiyan bikişîne.

Li gorî daneyên roja înê derketine, aboriya Amerîkayê heta niha baş dibe, tê texmînkirin ku daketina euro dewam bike.”

ANHA