​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya hemleya civînan bi dawî kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya îro bi daxuyaniyekê hemleya civînên gel li Minbic, Tebqa û Dêrazorê bi dawî kir û li dijî siyaseta li hember jinan banga bilindkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya hemleya civînan bi dawî kir
13 tîrmeh, 2022   11:14
REQA 

6`ê Hezîrana derbasbûyî Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma "Bi perwerde û birêxistinbûnê em ê şoreşa civakî pêk bînin" dest bi hemleya lidarxistina civînan kiribû û îro bi daxuyaniyekê hemle bi dawî kir. Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û saziyên sivîl tev li civînan bûbûn.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku jin bingeha civakê ne û mayîna wan di tariyê de, tê wateya ku civak bi temamî di tariyê de bimîne û hat gotin: “Divê em di rêya şoreşa jinan de bimeşin, şoreşa civakî û serkeftinê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de banga avakirina kesayeteke jinan a nimûne hat kirin ku bibe pêşeng, tevgereke rêxistinkirî ava bike û bikare li gorî pêvajoyê tev bigere.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Civîn li hemû bajar, gundewar, tax, sazî, meclis û komînan hatin lidarxistin û jin bi awayekî balkêş tev li bûn da ku civakê hişyar bikin û balê bikişînin ser şerê taybet ê li dijî civakê û bi taybet li dijî jinan tê meşandin û di nav de belavbûna madeyên hişbir û şantajkirina elektronîk û bêexlaqiya ku di encamê de bûyerên berdanê û xwekuştin belav bûne.

Di çarçoveya vê hemleyê de 325 civîn hatin lidarxistin û bi van encaman bi dawî bûn; li dijî hemû siyasetên sîstematîk ên li dijî jinan û hemû rengên tundî û nîjadperestiyê asta têkoşînê were bilindkirin, qanûnên taybet bi jinan werin aktîfkirin û dewreyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê li tevahiya bajar û gundewar werin vekirin, her wiha hemleyên fikrî bên destpêkirin da ku xwe bigihînin tevahiya jinan û wan bi rêxistin bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku hemle bi dawî bûne û hate gotin: “Me xwe gihand piraniya jinan. Ev hemle di çarçoveya hemleyên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên ji bo belavkirina rêgez û armancên Kombûna Jinan a Zenûbiya û bihêzkirina jinan di hemû waran de, pêk hat.”

(eh)

ANHA