Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya dewleta Tirk a dagirker serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa kuştina serçeteyekî DAIŞ`ê li Efrîna dagirkirî, xitimîna siyasî li Iraqê û daketina nirxê euro kirin.

Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya dewleta Tirk a dagirker serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin
13 tîrmeh, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

LI BAKURÊ SÛRIYÊ, DI ÊRIŞA AMERÎKAYÊ DE 'WALIYÊ ŞAMÊ' HAT KUŞTIN

Rojnameya Şerq El-Ewset di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku di êrişeke hewayî de li derveyî bajarokê Cindirêsê yê parêzgeha Efrînê ya bakur rojavayê Sûriyê serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin. Artêşa Amerîkayê got yek ji 5 mezintirîn serçeteyên rêxistina tundraw hatiye kuştin.

CENTCOM`ê bi daxuyaniyekê got, Mahir El-Eqal di êişa balafireke bêmirov a biçek de li bakur rojavayê Sûriyê hatiye kuştin û kesekî nêzî wî bi giranî birîndar bûye û wiha dewam kir: “Ji bo misogerkirina serkeftina vê operasyonê, baş plan hatibû kirin. Li gorî çavdêriya destpêkê, tu sivîl birîndar nebûne.”

Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, El-Eqal berpirsekî pêşxistina torên rêxistina “DAIŞ`ê” li derveyî Iraq û Sûriyê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku Mahir El-Eqal “waliyê Şamê” yê DAIŞ`ê bû û duh di êrişa balafireke bêmirov a biçek a Amerîkayê de li gundewarê Cindirêsê tevî parêzvanê xwe hatiye kuştin.”

IRAQ: PARLAMANTERÊN SERBIXWE DIKEVIN PÊŞBIRKA NAMZETIYA SEROKATIYA HIKUMETÊ

Rojnameya El-Itîhad jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Agahî hene ku navên namzetên sebixwe ji bo peywira serokatiya hikumeta Iraqê hatine hilbijartin. Di heman demê de, çavkaniyên siyasî piştrast kirin ku dema herî nêz a ragihandina navê serokê hikumeta nû 20`ê vê mehê ye. Çavdêrên rewşa siyasî jî dibêjin ku rojên pêş dê gelek surprîzan bi xwe re bîne û dibe ku biryarên blokên parlamantoyê biguherîne û hin hevalbendên bloka El-Sedir ji xebatên siyasî xwe vekişînin.

Çavkaniyên ji Iraqê ji rojnameyê re gotin ku peywendiyên di navbera fermandarên blokên siyasî di betlaneya Cejna Qurbanê de jî ranewestiyane û hewldan hene ku kesayeteke serbixwe ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve ji bo peywira serokê hikumetê bê hilbijartin û li gorî hemû blokên siyasî be.

Li gorî çavkaniyan, Çarçoveya Hemahengiyê behsa 5 navan dikin, 2 ji wan serbixwe ne, yek ji wan jî dê herî dereng 20`ê mehê bê ragihandin.”

YEKEMÎN WINDAHIYÊN EWROPA JI ŞERÊ UKRAYNAYÊ: DAKETINA NIRXÊ EURO

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Ewropayê got: “Sêşemê nirxê euro daket û bû dolarek. Ji beriya 20 salan de ev rêjeya herî kêm e ku hatî tomarkirin. Ev mezintirîn windahiyên Ewropayê ji şerê Ukraynayê ye, hewldana wê ya ferzkirina cezayan li Rûsya û xeteriyên qutkirina gaza Rûsya li ser aboriya Ewropayê ye.

Çavdêr dibêjin ku ji ber şerê Ukraynayê, li Ewropa metirsiyên kesadiyê zêdetir dibin û eger hikumeta Rûsya biryara rawestandina gaza xwezayî bo Almanya û Ewropayê bide, dibe ku kesadî çêbibe.

Ji ber krîza enerjiyê ya mezin li Ewropayê, li sûkan metirsî serwer e. Bi taybet derbarê jinûve radestkirina gazê piştî taloqkirina wê ji aliyê Rûsya ve, ev rewş metirsiyên sekaniya aborî li Ewropayê zêde dike.

Aborînas William De Vijlder hişyarî da ku daketina nirxê euro li hemberî dooldar dê geştiyariyê li Ewropayê bi awayekî berçav kêm bike, nexasim li Amerîkayê.

Dê Banka Navendî ya Ewropayê jî di şidandina siyaseta xwe ya darayî ya li dijî enflasyonê de zehemtiyan bikişîne.

Li gorî daneyên roja înê derketine, aboriya Amerîkayê heta niha baş dibe, tê texmînkirin ku daketina euro dewam bike.”

(cx)