​​​​​​​Artêşa Tirk gundê Bênê topbaran dike: 2 kes birîndar bûn - HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Bênê 2 xwişk birîndar kirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundê Bênê topbaran dike: 2 kes birîndar bûn - HATE NÛKIRIN
5 tîrmeh, 2022   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dane ber topan. Di encamê de 2 xwişkên hev birîndar bûn.

Navê her du xwişkan wiha ne: Nersîn Nîdal Hesen (19)  û Yasmîn Nîdal Hesen (20). Her du xwişk rakirin nexweşxaneyan. Tê gotin ku rewşa yekê ji wan giran e.

 (bb)

ANHA