Balafireke bêmirov a Tirkiyê Wargeha Mexmûrê kir hedef-HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafieke bêmirov a biçek bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand.

Balafireke bêmirov a Tirkiyê Wargeha Mexmûrê kir hedef-HATE NÛKIRIN
5 tîrmeh, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek beriya niha bi kêliyekê bombe li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.

Bombe li maleke hate barandin.

Di êrişê de birîndar û kesên ji bombebaranê bandor bûne hene. Kesên jê bandor bûne bêhna wan teng dibe û dikuxin. Rakirin nexweşxaneyê û di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Piştî êrişê, liv û tevgera balafirên keşfê li ser Mexmûrê dewam kir.

Tê payin ku şêniyên wargehê êvarê bi meşeke girseyî û daxuyaniyeke çapemeniyê êrişê şermerzar bikin.

Balkêş e ku êriş di demeke welê de hate kirin ku heyeteke payebilind a Iraqî serdana Mexmûrê kir.

Li gorî agahiyan, Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevpar, Fermandarê Hêzên Hevpar û gelek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê serdana Mexmûrê kirin.