​​​​​​​Li Hesekê ji bo rêbazên danûstandina bi pirsgirêkên kar re semînerek li dar ket

Desteya Çandê ya bajarê Hesekê semînerek li ser mijarên pêşxistina karê rêveberî û çawaniya rêbazên danûstandina bi pirsgirêkan re di saziyên sivîl û leşkerî de, lidar xist.

​​​​​​​Li Hesekê ji bo rêbazên danûstandina bi pirsgirêkên kar re semînerek li dar ket
4 tîrmeh, 2022   20:03
HESEKÊ

Bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl û leşkerî îro li Parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê di semînerê de beşdar bûn. Semîner der barê têgeha rêveberî, pergala wê û siyasetên rêxistinî û xebatên pêşxistina karmendan û rêbazên danûstandina bi wan re de bû.

Her wiha dîtina çareseriyan ji pirsgirêkan re, rêbazên belavkirina siyaseta kar di nava karmendên saziyan de û pêkanîna wê li gorî pergala taybet a her saziyekê, bûn rojeva semînerê.

/ar/uploads/files/2022/07/04/185003_2b1a9937-28large29.webp

Girêdayî mijarê, şêwirmendê rêveber Yasir Xezî wiha anî ziman: “Beşê yekê ji semînerê der barê siyaset û rêbaza kar a ku divê karmend li gorê bimeşin û rêbazên danûstandina bi pirsgirêkên kar  de bû.”

Xezî diyar kir ku di beşê duyemîn a semînerê de peydakirina çareseriyên ji bo pirsgirêkên karên rêveberî yên di saziyan de û pêşxistina asta kar hatin nîqaşkirin.

Yasir Xezî destnîşan kir ku beşê sêyemîn a semînerê der barê pêkanîna çareseriyên pejirandî li di pratîkê de bû.

Şêwirmendê rêveber Yasir Xezî daxwaz kir ku karê rêveberî qonax bi qonax bi pêş keve û ew pêşketin di nava hemû karmendan de bê belavkirin.

Di dawiya semînerê de beşdaran, berpisyariya rêveberan ji bo rawestandina astengî û zehmetiyan nîqaş kirin.

(mh)

ANHA