Dewriyeyeke Rûsya baregeha hêzên hikumeta Şamê ya hatî hedefgirtin kontrol kir

Dewriyeyeke Rûsyayê çû baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê ku ji aliyê balafireke xwekuj a dagirkeriya Tirk ve hatibû hedefgirtin.

Dewriyeyeke Rûsya baregeha hêzên hikumeta Şamê ya hatî hedefgirtin kontrol kir
3 tîrmeh, 2022   10:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku piştî baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li navçeyê bi balafireke bêmirov a xwekuj a dagirkeriya Tirk ve hate bombekirin, dewriyeyeke Rûsyayê berê xwe da baregehê û dever kontrol kir.

Vê sibehê, balafireke bêmirov a xwekuj a girêdayî artêşa Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikumeta Şamê li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bombebaran kir, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

(cx)

ANHA