Li qehwexaneyeke bajarê Silêmaniyê teqîn pêk hat

li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di qehwexaneyekê de teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku di teqînê de 2 karmendên qehwexaneyê birîndar bûne.

Li qehwexaneyeke bajarê Silêmaniyê teqîn pêk hat
3 tîrmeh, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, di Qehwexaneya Kestane ya li kolana Seholeke ya bajarê Silêmaniyê de teqînek pêk hatiye. Li gorî xwediyê qehwexaneyê teqîn ji ber boriya gazê çêbûye.

Hate ragihandin ku ji ber teqînê 2 kes birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Lezgîn a Silêmaniyê.

Hêzên ewlekahiyê rê nedan rojnamegeran ku dîmenên di hundirê qehwexaneyê de bikêşin.