Kesayetên Rûreş yên Êzidiyan-ŞUKRU GEDIK

Kesayetên Rûreş yên Êzidiyan-ŞUKRU GEDIK
2 tîrmeh, 2022   04:55

Ji rewşa dilketina dijminê xwe re Sendroma Stockholm tê gotin. Navê xwe ji şelandana bankayê ku sala 1973’an li paytexta Swêd Norwêcê pêk hatî, digire. Ji ber 4 xebatkarên di şelandina bankê de dîl hatin girtin, evîndarên şelandvanan bûn û alîkarî bi wan re kirin, wek Sendrom hat pênasekirin.

Mirov dikare wateyekê bide Sendroma Stockholmê. Şelandvan baş nêzî rehînan bûne, zirar nedane wan, bi danûstandineke baş bûye sebeb ku jinên rehîn bi şelandvanan re empatî çêkin. Li pêşberî dadgehê şelandvan parastine û ji bo heqê parêzeran pere di nav xwe de kom kirine.

Pênasekirina sendroma di hin Êzidiyan de jîyan dibe hê zehmetir e. Dunya alem dizane, ji ber hovîtiya DAIŞ’ê çi hat serê civaka Êzidî. Jixwe tiştên hatin serê jinan, tiştên mînak in. Lê dîsa jî hin celabên ku ji rastiya xwe ya civakî qut bûne, ji geşedanên siyasî re kor in û li hember yên ku jiyana wan rizgarkirine jî nankor in û kesên nezan in û wekî nûnerên Êzidiyan bigerin, nizanin ku bi qasî DAIŞ`ê zirarê didin civaka Êzidî.

Yek ji celabên evîndarên celadê xwe û xwe wekî temsîlvanê Êzidiyan dide naskirin jî, ji Êzidiyên toz ziwa Viyan Dexîl e. Dema qirkirina Êzidiyan dest pê kirî, li pêşberî kamerayan giriye û ji bo alîkarîya Şengalê bang kiriye. PDK ya li Şengalê dima, yanî partiya ku Viyan Dexîl ji lîsteya xwe şand parlamantoya Iraqê, di çarçoveya îxaneta mezin de fermanek pêk hat. Li ser navê partiya ku bû sedema qirkirinê, kirîn-firotin û kolekirina jinan; bi gotina, “ez Êzidiyan temsîl dikim”, bi serê xwe êş û elemek mezin e. Wê tu carî Êzidî Viyan Dexîl efû nekin û xiyaneta wê ji bîr nekin. Viyan Dexîl ruxmî wê jî leza xwe nagire û dibêje; “em bi dewleta Tirk re wekî şirîk li dijî PKK’ê şer dikin” û ji bo tinekirina PKK`ê banga destekirinek zêdetir dike.

Ji PKD`ê ya rê ji fermana Êzdiyan re vekirî, weke parlementer hilbijartiana wê, jixwe ji bo Êzidiyan jêdera şerm û eybê ye. Weke jineke Êzidî, dijminatiya PKK`ê ku pêşiya qirkirina Êzidiyan girtî û daxwaza wê ya bi Tirkan re tinekirina PKK’ê, encamê mejîyekî nesax e.

Wateya gotinên Viyan Dexîl a xwe weke parlementera PDK’ê di parlementoya Iraqê de, cêgira refa PDK`ê û temsîlvana Êzidiyan dide naskirin, dibêje; “em û dewleta Tirk bi hev re dixwazin PKK’ê tine bikin”, ji bo Êzidiyan fermaneke nû ye. Ji jineke Êzidî ya behsa şirîkatiya xwe û dewleta Tirk a DAIŞ’ê dike, bihîstina vê rastiyê jana mirov mezintir dike. Wesîqeya eyba civaka Êzidiyan, rûreşa wan, ev cure kesayet in. Ev Sendromeke cuda ye. Nexweşiyeke nav lê nehatî kirin e. Mirov dikeve, lê ev qas jî nabe. Ev rewşeke şermdar û eybdar e.

Sebebê bêîstiqrariya Şengalê ku dewleta Tirk a her roj bombeyan li ser dibarîne, PDK û berdevkê wê Viyan Dexîl e. Berpirsê qirkirina Şengalê jî, dîsa PDK`ê ku Viyan Dexîl berdevktiya wê dike ye. Bi bêparastin hiştina Êzidiyan, sûcê herî mezin yê dîrokê ye. Viyan Dexîl a di dilê xwe de temsîlvana Êzidiyan jî berdevktiya vê xiyanetê dike. Li aliyê din, Viyan Dexîl ji Şengalê jî nehatiye hilbijartin. Bi dengên PDK`ê yên ji derveyî Şengalê çûye parlementoyê. Ji PDK`ê hilbijartin û temsîlvantiya xiyanetê kirin ne rewşeke ji rêzê ye. Hin kesên din jî pê didin gotin; dîsa rewşeke nayê efûkirin e. Tevî hemû zordarî, tehrîk û ferzkirinan jî dewleta Iraqê ji Viyan Dexîl a ku li ser navê Êzidiyan tevdigere, bi awayekî însanîtir nêzî Şengalê dibe.

Destekirina dewleta Tirk ya Viyan Dexîl, li hember civaka Êzidî xiyaneteke mezin e. Ji ber ku heta niha jî dewleta Tirk bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê fermî destek dike û ew bixwe li Şengalê her roj qetlîaman pêk tîne. Viyan Dexîl, çawa dikare li gel dewleteke ku çeteyên evqas êş bi civaka Êzidî daye kişandin û birînên mezin di dilên wan de vekirin destek dike, cih bigire? Dewleta Tirk a her roj bi PDK’ê re êrîşê Şengalê dike, pêşengên wan qetil dike û bi vî awayî hewl dide fermanê bide dewamkirin, bi devê jineke Êzidî vegotina; “Bi hevgirtina PDK- TC, em ê PKK’ê tine bikin” ast û kûrahiya xiyanetê nîşan dide. 

Viyan Dexîl, wijdana civaka Êzidî birîndarkirî ye. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, xelata ketineke wiha tenê alastina tasa PDK`ê ye. Belkî jî rewşa herî xirab û rezîl a ku mirov bikeve tê de, rewşa ku Viyan Dexîl tê de ye. Ji rewşa jinên Êzidî yên li bazarên koleyan tên firotin hê xirabtir e. Jinên Êzidî yên hatin firotin, ji derveyî îradeya xwe, bi darê zorê jiyanek li wan hat ferzkirin. Lê Viyan Dexîl, ev rewşa reben û rezîl bi dildarî qebûl kiriye. Rewşa dilketina celadê xwe ye. Têkildarî vê rewşê, gotinek pir xweş ya Êzidiyan heye, dibêjin; ‘Bê esil’.

Em hevî û daxwaz dikin ku Viyan Dexîl vê rewşa xwe ya ‘Bê esiltiyê’ ferq bike û di demeke nêz de vegere nava civaka xwe.

  ANHA