‛Em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin’

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Ocalan, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

‛Em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin’
1 tîrmeh, 2022   11:36
QAMIŞLO

Endamên Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Rimêlan a Girkê Legê kom bûn û li dijî gef û tecrîda li ser rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Girkê Legê Hediye Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di dirêjahiya 10 salên şoreşê de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst û hikumeta AKP`ê û hevalbendên wê ji komên terorîst sekinîn. Ev komên terorîst hewl didin herêmên me yên din dagir bikin û xewna xwe ya Osmaniya nû pêk bînin, ji ber vê yekê kiryarên derexlaqî zêde bûne û siyaseta qetilkirin û koçberkirinê li dijî gelê herêmê tê meşandin.

Em tecrîda li ser rêber Ocalan û kiryarên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ku welatî û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser armanc dikin, şermezar dikin. Sûcê herî dawî jî du erebe li Xaneserê ya Dêrikê li pêşberî çavên cîhanê kir armanc û tu kesî helwestek nîşan neda. Ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk hîn zêdetir sûcan pêk bîne."

(eh)

ANHA