Serlêdana Îmraliyê hate redkirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Serlêdana Îmraliyê hate redkirin
1 tîrmeh, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin hevdîtinê bikin.