TEV-DEM şaxê Firatê: Êrişên Tirkiyê li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyê xeter in

TEV-DEM’ê ya şaxê herêma Firatê bi daxuyaniyekê hişyarî li ser çi êrişeke dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got ev êriş li ser pêşeroja herêmê û pêşeroja çareya siyasî li Sûriyê xeteriyeke mezin e

TEV-DEM şaxê Firatê: Êrişên Tirkiyê li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyê xeter in
30 hezîran, 2022   13:38
KOBANÊ

Bi dehan endamên TEV-DEM'ê yên herêma Firatê  li qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê kom û tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê herêma Firatê Hedle Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Armanc ji kiryarên şantajkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve ew in baweriyê lawz bike. Her wiha ji bo hincet û bihaneyên derew gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwe ku projeya xwe ya Osmaniya kevn û nû pêk bîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş û gefên berdewam ên li ser xaka Sûriyê, hedefgirtina welatiyan, mal û rizqên wan, her wiha tirsandina wan, da ku wan ji gund û bajarên wan bidin koçberkirin û guhartina demografiyê çêkin, li ser pêşeroja herêmê û pêşeroja çareya siyasî li Sûriyê xeteriyeke mezin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên leşkerî yên Tirkiyê yên bi armanca dagirkirina herêmên rojhilatê Firatê, hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike armanc her wiha pîvan û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate gotin: "Siyaseta dewleta Tirk a dagirker a di warên siyasî, avê, leşkerî û aborî de ku li dijî tevahiya Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, wê berdewam bikin, ji ber tu gavên navneteweyî yên li hember vê yekê tune ne."

Saziyên civaka sivîl ên TEV-DEM bi ode û yekitiyên xwe yên li Kobanê di daxuyaniyê de hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Sûriyê, xaka wê, welatiyan û gefên domdar şermezar kirin û tevlêbûna xwe ya ji daxuyaniya partiyên siyasî re nîşan da. Li aliyekî din jî banga pêkanîna qedexeya asîmanî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha bang li civata navneteweyî û Meclisa Mafên Mirovan a Navneteweyî kirin ku li hemberî van sûcan bi erka xwe rabin û hesabên sûcên şer ên dewleta Tirk pêk anîne, bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li rêxistinên nanveteweyî, herêmê û desteyên hikumetê hat kirin ku li hemberî rewşa Sûriyê bi erka xwe rabin. Divê DYA û Rûsya jî sînorekî ji gefên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, Minbic û Til Rifetê re deynin û ji bo çareseriya siyasî kar û xebatê bikin.

(eh)

ANHA